DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Daxuyaniya wezîr ne li gorî aqilê jinê ne jî fikra jinê ye'

 
23 Adar
09:21 2016

STENBOL (DÎHA)- Rêxistinên jinan li hemberî gotinên Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya "cereke ev tişt kirin ji bo reşkirina saziyekî me yê bi xizmetên xwe ve derketiye pêş nabe hincet" a ji bo Weqfa Ensarê ya ku bi standala îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan hate rojevê nerazîbûn nîşan dan û xwestin wezîr îstîfa bike. Jinan diyar kirin ku daxuyaniya ku hatiye dayîn ne li gorî aqilê jinê ne jî fikra jinan e.

Rêxistinên jinan ên Stenbolê li hemberî gotinên Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Sema Ramazanoglu ya "cereke ev tişt kirin ji bo reşkirina saziyekî me yê bi xizmetên xwe ve derketiye pêş nabe hincet" a ji bo Weqfa Ensarê ya ku bi standala îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan hate rojevê nerazîbûn nîşan dan.

'Daxuyaniyekî li gorî feraseta hikûmetê ye'

Endama Meclîsên Jinê yên Sosyalîst (SKM) Duriye Sezgîn têkîldarî mijarê wiha got: "Bi daxuyaniya ku hetiye dayîn vE dixwazin bûyerê veşêrin. Bi belgeyan hate îspatkirin. Her çiqas hewl bidin veşêrin jî me mînakênberê de jî dît. Li şûna ku van daxuyaniyan didin bila li wan deran kontrolê biken. Tiştên ku dibêjin em ê 'nifşekî oldar bigihînin' bi vî re derket holê ku ev sazî ji bo îstîsmarkirina zarokan vekirîne. Ji polîtîkayên hikûmeta AKP cudatir Wezerateke Polîtîkayên Civakî û Malbatê nayê fikîrin." Sezgîn destnîşan kir ku ev daxuyanî li gorî feraseta hikûmetê ye û ew ê wekî rêxistinên jinan vî skandalê bişopînin.

'Daxuyaniyekî be saw e'

Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm jî wiha axivî: Hemû cihan li hemberî vê yekê derdikeve lê ew xwedî li Waqfa Ensarê derdikeve. Tenê xwedî li îstismara zayendî dernakeve. Ew li kîjan aliye wê jî nîşan dide. Nîşan dide ku bi jinan re eleqedar nabe. Ev nayê qebûlkirin. Li cihe ku li gorî wan baş e heke ev tiştê tê kirin gelo li cihên din çawa ye êdî nayê zanîn. Dema ku saziyên nêzîkî wan be ma gelo rewş diguhere. Wê demê divê Wezîra Malbatê tişta dikeve li ser milê wê pêk bîne. Heke ev yek pirsgirêka welatê me be divê li gorî vê yekê ga bê avêtin. Îltîmas nabe. Divê bi ser vî de biçin."

'Xizmetê siyaseta AKP'ê dike'

Endama KJA'yê Perîhan Adamiş jî diyar kir ku divê mirov bi her awayî li daxuyaniya Ramazanoglu binêre û nirxandina "Ez wekî aqilê jinê û fikra jinê nabînim. Daxuyaniyekî ku bi tevahî xizmetê AKP'ê dike ye û dixwaze AKP pak nîşan bide. Daxuyaniya ku hatine dayîn nîşan dide ku siyaseta AKP'ê bi destê AKP'ê ve tê manuplekirin."

'Ramazanoglu weka parazvana saziyên paşverû yê zayendperest e'

Ji Jinên Halkavcî Dîlşat Aktaş jî got ku Weqfa Ensarê jî di nav re hemû saziyên îxtidarê bi polîtîkayên paşverû, olperest, mezhebperest û dijminatiya jinan dikin ve tijî bûne û wiha axivî: "Ev îxtidar ne alîgirên jinan e ne jî yê zarokan e. Me nêzîkatiya Sema Ramazanoglu ya piştgiriyê dide fetwayên Diyanetê jî dît. Ramazanoglu weke parazvana saziyên paşverû yê zayendperest e." Aktaş anî ziman ku ew li dijî saziyên ku piştgiriyê didin skandalên tacîz û tecawîzan in û bang li Wezîr Ramazanoglu kir û xwest ku îstifa bike.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN