DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Biryara Kutulu dê bibe mînak

 
22 Adar
09:14 2016

STENBOL (DÎHA) - Jina bi navê Damla Kutulu ku rastî êrîşa hevserê xwe hat û ji bo parastina rewa hevserê xwe Fikret Kutulu kuşt, ji aliyê dadgehê ve hat beraetkirin. Parazvanen mafên jine û parêzeran diyar kirin ku jin ji bo bijîn neçar dimînin ku bikujin. Parêzeran anin ziman ku ev biryar dê ji bo jinên girtî bibe minak û emsal.

Di tebaxa 2015'an de li navçeya Korfezê ya Kocaeliyê jina bi navê Damla Kutulu, rastî êrîşa hevserê xwe Fikret Kutulu hat. Damla Kutulu ku rastî tundiya hevserê xwe hat, ji bo parastina rewa hevserê xwe kuşt. Der barê Kutulu de doz hat vekirin. Doz li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kocaeliyê hat dîtin. Dozgeriya Komarê der barê Fîkret Kutulu de bi îdîaya "Bi zanebûn mirov kuştiye" 24 sal xwest. Heyeta dadgehê jî bi sedema "Di nava şertên parastina rewa de çalakî pêk aniye" der barê Kutulu de biryara beraetê da.

Parêzerên parêzvaniya jinan dikin diyar kirin ku ev biryarek erênî ye û dê ji bo jinên girtî bibe emsal. Jinan anîn ziman ku ji ber polîtîkayên hikûmetê zilam nayên cezakirin û jin neçar dimînin ku ji bo parastina xwe û jiyana xwe bikujin. Parêzeran destnîşan kir ku gelek jin ji ber parastina rewa tên darizandin.

'Ev biryar emsal e'

Parêzera Dildar a Mor Çati û Kolektifa Feminist a Stenbolê Cevahir Şen, diyar kir ku jinên rastî tundiyê tên û tên darizandin divê berî her tiştî rewşa wan li ber çavan bê girtin û wiha got: "Biryara beraatê ya Kutulu girîng e. 15 salên zewaca xwe her dem rastî tundiya hevserê xwe hat. Divê heyet û dadger vê rewşê li ber çavan bigire. Divê di darizandina jinan de li paşeroja jiyan wan bê nerîn. Ji aliyê bav, bira û hevserê xwe ve rastî tuniyê tên. Divê heyeta dadgehê vê yekê bibîne. Ji behr vê yekê ev biryar emsal e."

'Dadgeh bi çavê mêr li dozê dinere'

Şen bal kişad ser doza Nevîn Yildirim ku ji ber tundiya zora Nurettin Giderî hat û ew kuşt rastî cezayê muebetê hat. Şen, anî ziman ku Yildirim di hemû temene xwe de rastî tuniyê hat. Şen, bilêv kir ku dadgehe bi çavê mêr li dozê neriye û ew darizandina bi edalet dixwazin. Şen, destnîşan kir ku parastina cewherî parastinek rewa ye û divê ji ber vê parastinê neyên cezakirin." Şen, bibîrxist ku dadgeha biryara beraetê daye li paşeroja wê ya 15 salan ku rastî tundiyê hatiye neriye û li gorî wê biryar daye. Şen xwest tenê li tundiya fîzîkî nerene û li tundiya derûnî jî bê nerin.

Parêzera Vakfa Komeleya Jinan Candan Dumrul jî anî ziman ku biryara beraatê ji bo jinên din ên di heman rewşê de heviyek e û wiha got: "Jin ji bo bijîn neçar dimînin bikujin. Daraza ku mêrê tundiyê dike ranawestîne jina ku xwe diparêze ceza dike. Jin ji ber parastina xwe neçar dimînin ku bikujin."

'Ji bo bijîn neçar dimînin bikujin'

Parêzera ku dozên kuştinên jinan û Feministan dişopîne Dumrul, da zanîn ku wekî Nevin, Çilem, Yasemin û gelek jinên din ji bo bijîn neçar man kuştin. Dumrul, da zanîn ku dewlet li hemberî kuştina jinê mêr ceza nake û polîtîkaya bêcezakirinê pêş dixe û ev jî dibe sedema ku jin jî bikujin. Kumrul, xwest Tirkiye li gorî peymana CEDAW û Stenbolê tev bigere.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN