DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Duyemîn Konferansa Jinê ya Cîhanê bi dawî bû

 
18 Adar
14:41 2016

NAVANDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Duyemîn Konferansa Jinê ya Cîhanê, bi beşdariya hezar û 300 jinên ji 48 gelên cuda, li paytexta Nepal Katmandû pêk hat. Di roja dawî ya konferansê de civîna encamê hat lidarxistin û biryarname hatin erêkirin.


Duyemîn Konferansa Jinê ya Cîhanê ya di 13'ê Adarê de destpê kir, bi dawî bû. Duyemîn Konferansa Jinê ya Cîhanê, bi beşdariya 1300 jinên ji 48 gelên cuda, li paytexta Nepal Katmandû pêk hat. Di roja dawî ya konferansê de civîna encamê hat lidarxistin û biryarname hatin erêkirin.

Axaftina vekirinê ya civîna encamê, ku ji hemû beşdarên konferansê re vekirî pêk hat, ji aliyê Nûnera Tevgera Jinên Kurd û endama Kordînasyona Rojhilata Navîn Meral Çîçek ve hat kirin. Çîçek di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna êrîşên li hemberî jinan ên li cîhanê û da zanîn, ku divê asta êrîşan baş were fêmkirin. Çîçek girîngiya xweparastinê ya jinan li hemberî van êrîşan destnîşan kir û got, "Xweparastina jinê bi tenê bi parastina fîzîkî re sînorkirî nîne. Pêwendiya xwe bi parastina jiyana me, xeyalên me, hêviyên me, mafên me, têkoşînên me, tevgerên me re heye. Xweparastina çalak tê wateya afirandina qada bicihanîna xeyal, vîsyon û perspektîfên me, ye."

'Divê têkoşîna hevpar bê xurtkirin'

Çîçek di axaftina xwe de cihekî taybet ji rewşa jinên Êzidî yên li Şengalê re veqetand û ji hemû jinên cîhanê xwest, ji bo rizgarkirina jinên di destê DAIŞ'ê de ne têkoşînê mezin bikin. Çîçek diyar kir, divê jinên cîhanê piştevaniya navneteweyî û têkoşîna hevpar jî xurt bikin û got, "Em bi sîstemeke cîhanê ya xwedî îfadeyên xwecihî yên cuda re rû bi rû ne. Lewma divê em jî xwe di asta navneteweyî de bi rêxistin bikin. Pêwîste em her tim di navbera xwecihiyên me û gerdûniyên me de têkiliyekê biafirînin."

Meral Çîçek di dewama axaftina xwe ya vekirinê de bal kişand ser dirûşma "Jin rapelikin çiyayên herî mezin ên cîhanê" û got, "Eger dengê jinên cîhanê ji çiyayê Everest ê li Nepalê, li newalên Latîn Amerîka, li bajarên Ewropa, li deştên Rojhilata Navîn û li bêdawîtiya Afrîkayê deng vede, hingî em ê karibin bêjin jin bi çiyayê herî bilind ê cîhanê ve rapelikîne."

Li ser Kurdistanê biryar hatin girtin

Piştî axaftina vekirinê ya Çîçek, raporên kurt ên li ser komxebatên rojên duyemîn û sêyemîn ên konferansê hatin pêşkêşkirin. Dûre biryar pêşkêşî dengdayînê hatin kirin. Di nava van biryaran de biryarên ji bo piştgiriya bi gel û jinên kurd jî hene. Biryarên Konferansê yên li ser Kurdistanê bi vî rengî ne:

* Gelê kurd ê li Tirkiyeyê jiyaneke xwe dispêre vîna xwe dixwaze. Dewleta Tirk bi şerê topyekûn, komkujî û tunekirinê re hewl dide berxwedan û vîna hevpar a gelê kurd bişikîne. Bi taybetî jinên ku pêşengiyê ji berxwedana gel re dikin, hedef tên girtin. Konferansa Jinê ya Cîhanê destekê dide berxwedana xwerêveberiyê ya gelê kurd û terora dewleta tirk şermezar dike.

* Gelên Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengiya jinan sîstemeka alternatîf a piralî û demokratîk ava kirin. Konferansa Jinê ya Cîhanê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nas dike û êrîşên DAIŞ'ê yên bi desteka dewleta tirk ên li hemberî Rojava şermezar dike.

* Konferansa Jinê ya Cîhanê, di serî de Zeynep Celaliyan, piştgiriyê dide hemû girtiyên jin ên siyasî yên li Îranê û bang dike ku ev girtî bên berdan.

Dê heyetekê bişînin bakurê Kurdistanê


Di konferansê de her wiha biryar hat dayîn, heyetek ji jinan a navneteweyî li ser navê Konferansa Jinê ya Cîhanê, bi armanca piştgirî dayîna berxwedana xwerêveberiyê û piştgiriya jinên kurd biçe Bakurê Kurdistanê. Di çarçoveya nirxandinên li Civîna Civata Giştî biryar hat dayîn ku heta konferansa bê, komxebateke taybet bê lidarxistin. Ev komxebata 2017-2018'an de wê ji aliyê rêxistinên jinan ên ji Kurdistan, Nepal, Fîlîpîn, Bangladeş û Elman ve tê organîzekirin.

'AKP û Erdogan divê bên darizandin

Di konferansê de hat xwestin, hikûmeta AKP'ê bi taybetî jî Serokomarê Tirk Erdogan ji ber sûcên şer ên li Kurdistanê kirine, werin darizandin. Di biryarên hatin stendin de hat xwestin, ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêşî li darizandina Erdogan veke.

Di roja dawî ya konferansê de, Danezana Encamê ya Katmandû hat eşkerekirin. Di vê danezana ji 3 rûpelan de rewşa jinan di asta parzemîn û herêman de hatin nirxandin û yekane welatê ku bi taybetî cih jê re hat veqetandin Kurdistan e. Di danezanê de hat gotin, "Destekkirina Rojava xwedî girîngiyeke taybet e. Rojava bû navenda têkoşîna azadî û demokrasiyê û azadiya jinan a cîhanê. Me dît ku dijminekî mîna DAIŞ'ê ku weke 'têk naçe' dihat dîtin, dikare bê têkbirin û civakeke nû dikare were avakirin. Li ser vê bingehê jinên milîtan ên li Rojava û Kurdistanê bûn mînakek zelal a serketinê û bûn modeleke têkoşînê li dijî sîstemên baviksalariyê."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN