DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Kovara Roza salek şûnde hat komkirin

 
18 Adar
11:16 2016

WAN (DÎHA) -6'emîn hêjmara Kovara Roza ya li Enqereyê ji aliyê xwendekarên zanîngehê û girtiyên siyasî ve bi awayekî kolektîf tê amadekirin hat komkirin.

Gerînendeyê Giştî yê Rozayê Mehmet Salih Erşarî, bertek nîşani biryarê da û diyar kir ku biryar salek berê hatiye dayîn lê nû kom kirin. Erşarî, anî ziman ku dê li hemberî polîtîkayên zordariyê serî natewînin dê xebatên xwe yên weşanê berdewam bikin.

Dadgeha Sulh Ceza ya Dîlokê der barê 6'emîn hêjmara Kovara Roza ya xwendekarên zanîngehê yên li Enqereyê û girtiyên siyasî bi kolektîf çap dikin biryara komkirinê da. Kovara çandî, hunerî û wêjeyî, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" kiriye hat komkirin. Kovara Rozayê cih dide nivîsên kurdî yên li ser mijarên bîranîn, ceribandin, çîrok, wêje û hunerê jî. Gerînendeyê Weşanê yê Giştî Mehmet Salih Erşari dema ku ji bo belavkirin kovarê diçû Antalyayê li balafirgehê hat binçavkirin. Erşari der barê mijarê de axivî û wiha got "Ez li Balafirgeha Antalyayê hatim binçavkirin. Piştî îfadeyê ji aliyê dadgehê ve hatim berdan. Lê belê hê ji Edliyeyê derneketibûm, bi hinceta ku di nav alavên min de 6'emîn hêjmara kovara Rozayê heye, bi talîmata dozgeriyê careke din hatim binçavkirin. Piştî îfadeyê dîsa hatim berdan."

'Ez di îfadeyê de bi biryarê hisiyayan'

Erşari diyar kir ku xwendekar û girtiyên siyasî kovarê bi awayekî komun derdixin û wiha got "Berî niha tu agahdarnameyek li ser vê biryara komkirinê ji mere nehat. Piştî ez hatim binçavkirin agahiya min ji vê biryarê çêbû. Ev biryara komkirinê, ji bo kovara me, ji aliyê Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Dîlokê ve salek berê hat dayîn. Ji ber ku em hay jê nebûn me nekarî mafê xwe yê îtirazê jî bi kar bînin. Li gel ku hemû agahiyên me yên adres û ragihandinê li ba dozgeriya çapemeniyê ya eleqedar heye jî disa em nehatin agahdarkirin."

Erşari bi bîr xist ku li gel kovara Rozayê pirtûkên Abdullah Ocalan yên bi navê 'Evîna kurd", “Israra di Sosyalizmmê de israra mirovbûyinê de ye" "Pirsgirêka kurd û Çareseriya Neweteya Demokratîk" û pirtûkên Hasan Cemalî "Delila Bir Genç Kadın Gerillanın Dağ Günlükleri", "Çözüm Sürecinde Kürdistan Günlükleri", pirtûka rojnamevan Tugçe Tatari ya bi navê "Anneanne Ben Aslında Diyarbakır'da Değildim" û pirtûka Muslum Yücel a bi navê " Abdullah Öcalan Amara'dan İmralı'ya" jî hatine qedexekirin.

'Em ji xeta xwe ya weşanê tawîzê nadin'

Erşari diyar kir ku zext û pêkutiyên li ser wan her ku diçin zêdetir dibin û li gel ku biryara komkirinê tune ye, dema ku kovar diçe girtîgehan nagihîjin ber destê girtiyan. Erşari herî dawî got: "Li hemberî hemû zordariyan û bêyî ku em ji xeta xwe ya weşanê tawîzekê bidin em ê xebatên xwe bidomînin.”

(fb/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN