DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin dê bi tilîliyên xwe tev li berxwedana Newrozê bibin

 
18 Adar
09:06 2016

ENQERE (DÎHA) - Hikûmeta AKP'ê ji bo tevlêbûnên girseyî asteng bike û dengê gel qut bike, destûra pîrozbahiya Newrozê bi rojekê bi sînar kir. Li hemberî vê qedexe û sînorkirinê hemû beşên civakê bertek nîşan dan û diyar kirin ku dê li Qadan Newrozê pîroz bikin. Jinên ku di nava têkoşîna azadiya jinan de cih digirin jî diyar kirin ku ew dê bi tilîliyên xwe tev li berxwedana Newrozê bibin.

Hikûmeta AKPê bi boneya tevlêbûnên girseyî asteng bike û daxwazên gel ên demokrasî, aştî û azadiyê qut bikin pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir û dixwaze tenê kurrd Newrozê di 21'ê Adarê de pîroz bikin. Lê hemû beşên civakê diyar dikin pîrozbahiya Newrozê di rojekê de nayê pîrozkirin û dê li qadên Newrozê bi tevlêbûnên herî girseyî Newrozên xwe pîroz bikin. Hemû beşên civakê bertek nîşanî qedexeyên AKP'ê dan û diyar kirin ku dê bi ruhê Newrozê dakevin qadan û tev li berxwedanê bibin. Jinên HDP'î diyar kirin ku wekî 8'ê Adarê dê di pîrozbahiyên Newrozê de jî dakevin qadan.

'Bêtir berxwedan'

Endama MYK'ê ya HDP'ê Gulsen Ulker, diyar kir ku Newroz ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn xwedî wateyek dîrokî ye. Ulker, da zanîn ku gelê kurd wekî cejna berxwedanê Newrozê pîroz dike û dewlet bi van polîtîkayên xwe yên niv qedexekirinê dixwaze ji cewher û wateya xwe dûr bixe. Ulker, anî ziman ku ji bo pêvajoya ku niha li ser kurdan pêk tê pêwiste kurd bêtir di ber xwe bidin û tev li berxwedanê bibin.

'Gefên mezin bi berxwedana mezin têk diçe'

Ulker, destnîşan kir ku dixwazin wekî salên 90'an Newrozê qedexe bikin û ji bo gefên li ser gelê kurd divê gelê kurd bêtir di nava têkoşîn û berxwedanê de cih bigirin û wiha got: "Newroza 90'î xwedî ruh û cewherek e. Gel wê demê li hemberî qedexeyan derket kolanan û Newroz pîroz kir. Em dê Newrozê ji şahiyê wêdetir bi ruhê berxwedanê pîroz bike. "

Jinan bi tilîliyên xwe dîrok guhertin

Ulker, anî ziman ku dîrokê de cihekî berxwedana jinê di Newrozê de heye û wiha axivî: "Di Newroza 92'an a Cizîrê de Hasan Baykara di koordinasyonê de cih digirt. Hasan Baykara di pirozbahiye de bal kişand ser berxwedana jinê ya nava Newrozê û digot 'Dema di pîrozbahiya Newrozê de polîsan êrîş kirin, di destê min de megafon hebû. Min bang li mirovên qadê dikir. Min digot kes ji qadê dûr nekevin. Wê demê kaosek mezin hebû. Mirovên birîndar û mirovên hatin qetilkirin hebûn. Hevalek jin hat. Min nizanîbû kiye. Çarşaf lê bû megafon ji min xwest û min jî dayê. Jina bi çarçaf tenê tilîliyek kişand û hemû girse dîsa li qadê kom kir. Tenê bi tilîliyekê jin li qada Newrozê kom bûn. Wekî wê demê di hemû demên dirokê de jinan rê li pêş berxwedan û çareseriyê vekiriye. Ji ber ku jin xwedîderketina dîrokê wekî perçeyekî jiyana xwe dibînin. Ulker, bang li hemû jinan kir û got "Newroz qada tekşînê ya jinan e. Ew jinan di nava dîrokê de wekî perçeyekî berxwedanê dibînin."

'Li dijî zilma Dehakan têkoşina jinan'

Endama Kordînasyona Jinan a HDP'ê Sultan Ozcan jî bi salan e di nava têkoşina jinan de cih digire. Ozcan, anî ziman ku di diroka Newrozê cihê jinan girîng e û wiha got: "Li dijî zaliman û ji înada zilma Dehakan re dê jin li qadan di nava têkoşinê de cih bigirin. Jinên kurd êdî dixwazin Newrozê bê êş û bê şer pîroz bikin."

'Divê hemû nasname di Newrozê de bibin yek'

Ozcan, bang li hemû gelan kir û xwest hemû nasname di qadên Newrozê de bên cem hev û qadên Newrozê bikin qadên berxwedanê.
Ozcan, destnîşan kir ku li Tirkiye û Rojhilata navîn ermenî, kurd, turk, suryanî û hemû nasnameyên din bibin yek û dakevin qadên Newrozê.

Ozcan, birîrxist ku gelek caran Newroz li gelê kurd hatiye qedexekirin, lê dîsa bi milyonan kurd qedexe nasnekirine û daketine qadan Newroz pîroz kirine û dê dîsa bi milyonan kurd dakevin qadên Berxwedanê û Newrozê pîroz bikin. Ozcan, xwest bi ruhê Newroza 2013'an gel dakevin qadên Newrozê

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN