Jin bi hunera jinê dineqişe
SEMSÛR (DÎHA) - Endama Komeleya Jiyana Jinê Fatma Ayaz li Semsûrê li ser Sunta fîgurê jinê û nexşên jiyanê çêdike û hewl dide pirsgirêkên civakê û jiyana civakê xêz bike. Ayaz, bi vê xebatê hem hunerê pêş dixe hem jî debarê dike.
Endama Komeleya Jiyana Jinê ya Semsûrê ya 34 salî Fatma Ayaz, bi rêbaza şewitandina sûntayên dara spîndarê hunerên nû dineqişîne. Ayaz, li ser sûntayên dara sipîndarê bi rêbaza şewitandinê fîgurê jinê û pirsgirêkên civakê nexş dike. Ayaz, der barê karê xwe de nerînên xwe parve kirin û diyar kir ku ew ji xêzkirin û neqşandinê pir hez dike. Ayaz, bilêv kir ku ew fikr û gotinên xwe bi van nexyên li ser darê tîne ziman û ev huner û sinhet wê kêfxweş û bextewar dike. Ayaz, bilêv kir ku ew bi nexişandina wêne û xêzan hewl dide ku jiyana jinê û jiyana civaka herêmê bîne ziman û wiha got: "Ji bo min girînge ku ez hest, raman û jiyana jinê ya di nava civakê de bi rêya neqişandinê bînim ziman. Hêz ez biçûk bûm min dest bi xêzkirina wêneyan kir. Ji biçûkantiyê de eleqeya min a li hemberî neqişandinê hebû. Ji bo ez hunera xêne û xêzkirine pêş bixim ez difirim ku di komeleyê de kursa wêneyan bidim.
'Ez jiyana jinê dineqişînim'
Ayaz ku ji beşa Resîmê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê mezun bûye vegotina ku bi peyv û hevokan nayê ziman hewl dide bi xeml û neqşê bîne ziman û wiha got: "Bi taybetî ez dibînim ku jinên derdora min bi xwezayê ve bûne yek perçe. Li aliyê din bindestî û zilma li ser jinê heye. Ez dixwazim hem jiyana wan, hestê wan û pirsgirêkên wan bi riya nexş û xêzkirina li ser Sûnta bînim ziman. Ji bo min neqişkirina jiyana jinê girîng e. Di rêza yekemîn de ye. Min di hinek xêzên xwe de çîrokên evinê xêz da xuyakirin. Jina ku bi hêvî û bawerî dikarin gelek gavên mezin bavêje. Jina kedkar û xebatkar, jina di nava zeviyan de kedê dide min xêz kir.
Hem huner û hem jî debar e
Ayaz ku dayika 3 zarokan e, destnîşan kir ku karê xêzkirinê hem kedê, hem hezkirin û hem jî sebrê dixwaze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez li ser sumtayê dara sipîndarê wêneyan xêz dikim. Bi taybeti Sûntayên rengê wan vekirî hildibijêrim. Ez piştre bi pênûsa resasê xeyalên xwe xêz dikim. Piştre bi rêbaza şewitandinê li ser textê sunta xêz dikim. Ez wêne û xêzên xwe yên biçûk di 2 hefteyan de xelas dikim. Hin caran heta mehekê jî didome. Ez yên biçûk bi 150 TL û yên mezin jî bi 400 TL difiroşim. Hem huner e hem jî debar e.
(mae)