DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji çîrokên xelatgir piştgirî ya berxwedêran

 
17 Adar
09:12 2016

MÊRDIN (DÎHA)- Pirtûka çîrokên rasteqîn, ya rojnamevan Yaşar Aksu ya bi navê Xelweta Kalbûnê ji Weşanên J&J derket. Aksu yê ku jibilî karê xwe yê rojnamevaniyê bi wêjeya cîhanê û bi teybetî jî ji ber ku bi salan zimanê wî yê dayikê hatî qedexe kirin, ji wêjeya kurdî pir hezdike û alaqedar dibe diyar kir ku ew ê dahatên pirtûkê ji heremên xwerêveberiyê re bişîne.

Pirtûka çîrokên rasteqîn, ya rojnamevan Yaşar Aksu ya bi navê Xelweta Kalbûnê ji Weşanên J&J derket. Xelweta Kalbûnê berhema Yaşar Aksu a yekem, bi çîrokê xwe, sala 2015'an de xelata yekemîn a Huseyîn Çelebî û Deniz Firat wergirt û ji heft çîrokên teybet pêktê. Aksu bal kişand ser gelê kurd ê ji dîrokê heya niha û wiha got: ''Gelê kurd ji dîrokê heta niha tevî sekna xwe ya humanîstîk ji destê desthilatdaran gelek zilm û qetlîam derbaskirine. Ji ber vê yekê zimanê me yê dayikê her tim hatiye qedexekirin. Ji bo vê çîrokên welat û hemwelatiyên me kêm hatine nivîsandin, yên hatine nivîsandin jî gelek ji wan an bikêmasî an jî bi çewtî hatine weşandin." Aksu di berdewama nirxandinên xwe de ev tişt anî ziman: ''Ev qetlîamên niha li Kurdistanê têne jiyîn minaka herî zindî ye. Ez kesek bi bawer im ku pênûsê ji şûr tûjtir dibînim. Min ji ber vê baweriya xwe çawa ku beriya niha bi pênûsa xwe tekoşîna xwe daye, ezê ji vir pêde jî bi pênûsa xwe tekoşîna xwe berdewam bikim. Ezê çîrokên welatê xwe, yê Kurdistanê her timî hemêz bikim, di dilê xwe de şîn bikim û bi wêjehezan re parvebikim.''

Aksû bi axaftina xwe ya dawiyê bal kişand ser hêza nivîsê û wiha pêde çû: "Gotin difûre lê nivîs dimîne. Ji ber vê yekê ez bêhtir baweriyê bi nivîsê tînim. Ez bi pênûsa xwe başî û nebaşiyê, dost û dijminatiyê dinirxînim. Ez bawer im niha tişta ku herî baş ji destê min tê ev e. Ji ber vê sedemê ez ê tev jêhatinên pirtûka xwe ya yekem Xelweta Kalbûnê, ewên ji bo mafên xwe yên mirovatiyê, ewên ji bo xwerêveberiya cewherî serê xwe netewandin û berdelên giran dan, ên gelê Sûr, Cizîr, Silopî û Nisêbînê bê parvekirin. Ji ber vê yekê ez gazî hemû wêjehezan dibim, da ku bibin alîkarên vê helmetê."

Dahatên pirtûkê dê bişîne herêm xwerêveberiyê

Çîroknûsê ciwan Yaşar Aksu, di berhema xwe ya çîrokan a bi navê Xelweta Kalbûnê de, li ser rûpela yekem, bi kûrtenivîsa '' Min dît, her kes li ser merezên dilê xwe dikulî, lê ji tu kesan re ne xem bû, kî sax e yan jî kî mirî...'' hestên xwe bi pênûsa xwe daye der û gazina bêhesasbûnên civakê rêz kiriye. Aksû wê hemû jêhatinên vê berhema xwe ya çîrokên xelatgir ji gelê Cizîr, Silopî, Sûr û Nisêbînê re bişîne. Kesên bixwazin bi kirîna vê berhema hêja bibin alîkar, dikarin ji meîla Weşanxaneya J&J ajansjj@gmail.com, ji vê telefonê 04129991255 û pirtûkfiroşan bistênin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN