DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Peykerê berxwedanê ya jina kurd!

15 Adar
15:22 2016

KOBANÊ (DÎHA) - Li Kobanê, Peykerê Berxwedanê yê Jina Kobanê, bi merasîmeke hat vekirin.

Li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê "Peykerê Berxwedanê yê Jina Kobanê", bi merasîmeke heybet hat vekirin. Merasîm bi beşdariya sedan ji şêniyên Kobanê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser Demokratîk a Kantona Kobanê û şervanên YPG û YPJ’ê pêk hat.
Piştî merasîma leykerî Peykersazê Berxwedaniyê Zîrak Mîra axivî û destnîşan kir ku ev peyker ji bo berxwedaniya jina kurd li Rojavayê Kurdistanê, diyarî dikin. Li ser navê Fermandariya YPJ’ê Rehîma Kobanê axivî û diyar kir ku ev peyker ku ji bo bajarê şehîdan hatiye, bi navê YPG û YPJ’ê li hemû gelê Kobanê pîroz dikin. Rehîma Kobanê got ku ev peyker ji bo wan wekî giyanekî netewî û azadiyê ye.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî bi bîr xist ku berxwedana Kobanê berxwedana îradeya gelê kurd bû û ji ber vê yekê jî îro peyker ji bajarê Silêmaniyê hatiye Kobanê. Muslim destnîşan kir ku ev yek diyarî şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê û şehîdên başûrê Kurdistanê mîna Cengo, Gîvara û Destîna ku li Kobanê şehîd ketine, dikin. Muslim got ku ev peyker piştrast dike ku giyana netewî ya gelê kurd zindî ye.

Piştî axaftinan ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ji Fermadariya YPJ’ê li Kobanê diyarî ji bo Peykersaz Zîrek Mîra û û Parêzgerê Silêmaniyê hat dayîn. Piştî diyariyan pankartê peyker ji aliyê Fermandar YPJ’ê li Kobanê Sorxwîn Kobanê û Peykersaz Zîrek Mîra hat vekirin.

Di dawiya merasîmê de Koma Xweser a Dicle ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido lîstikên xwe pêşkêş kir. Bi vê yekê re Qada Berxwedana Jina Kurd ku peyker lê dikeve hat vekirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN