DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên kurd tecrubeyên xwe bi jinên cihanê re parve dikin

 
15 Adar
10:28 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎNA) - Jinên kurd ên ku beşdarî 2'yemîn Kongreya Jinan a Cihanê bûne tecrubeyên xwe bi jinên cihanê re parve dikin.

2'yemîn Konferansa Jinê ya Cîhanê ya di 13'ê Adarê de li paytexta Nepalê Katmanduyê destpê kir, bi komxebatan re dewam dike. Di komxebatên ku duh destpê kirin û îro dewam dikin de nûnerên Tevgera Azadiya Jinên Kurd tecrûbeyên xwe parve dikin. Komxebat di bin 9 serenavan de tên meşandin û li 3 ji van jinên kurd cih digirin. Ev serenavên komxebatan wiha ne: Emperyalîzm, kapîtalîzm û zexta li jinê; tevgerên jinê û tecrûbeyên rêxistinbûyînê, di şerên êrîşê, têkoşînên azadiya jinê û şerên serxwebûnê de rola jinê; di têkoşînên karkeran de rola jinê; jinên ciwan û asta tevlîbûna li tevgerên jinê; tevgerên jinê û hawirdorparêziyê; têkoşîna azadiya jinê, şîdeta li hemberî jinê û şer; jina û têkoşîna jinên li qada bejahî.

'Asta rêxistinbûnê pêwendiya xwe bi têkoşîna bîrdoziyê re heye'

Di komxebata bi serenavê "tevgera jinê û tecrûbeyên rêxistinbûyînê" de li ser navê Rêxistina Pêwendiyan a Jinên Kurd (REPAK) ku navenda wê li Hewlêrê ye Meral Çîçek axivî û dîroka rêxistinbûyîna xweser a Tevgera Azadiya Jinên Kurd vegot. Çîçek di pêşkêşiya xwe de hem herikîna îdeolojîk û polîtîk a Tevgera Jinên Kurd, hem jî forûmên rêxistinbûyînê vegot. Çîçek destnîşan kir, ku asta rêxistinbûyînê yekser pêwendiya xwe bi têkoşîna bîrdoziyê re heye.

Berxwedana xwerêveberiyan vegot

Di heman komxebatê de ji Kongreya Jinên Azad (KJA) Ozlem Yasak berxwedana xwerêveberiyê ya li bakurê Kurdistanê û pêşengiya jinê di vê berxwedanê de, bi dayîna mînakên şênber, vegot. Yasak bi dayîna hejmarên şênber re asta komkujiyên dewleta tirk li gelê kurd dike nîşan da û di dema pêşkêşiya xwe de Konfederalîzma Demokratîk ji beşdaran re kurteber kir. Di vê panela ku bi taybetî jinên Nepalî bi baldarî şopandin de, ji rêxistina jinan a sîwanî ya li Fîlîpînê GABRÎELA Joan Salvador jî pêşkêşiyek kir. Salvador rewşa jinên li welatê xwe vegot û tecrûbeyên têkoşînê parve kir.

'Jin li her qada jiyan û têkoşînê ya li Rojava xwedî erka xweparastinê'

Komxebateke din a gelekî bal kişand, komxebata bi serenavê "di şerên êrîşê, têkoşînên azadiya jinê û şerên serxwebûnê de rola jinê" bû, ku nûnera YPJ'ê Xalîda Namad weke qiseker lê amade bû. Xalîda Namad di axaftina xwe de bal kişand ser rola jinê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avakirina sîstemê de. Nûnera YPJ'ê diyar kir, Şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û destnîşan kir, ku şaş e ev şoreş bi tenê bi berxwedana çekdarî re were nirxandin. Xalîda Namad ragihand, jin li her qada jiyan û têkoşînê ya li Rojava xwedî erka xweparastinê ne û rêxistinbûyîna jinê ya di bin sîwanê Kongra Star de hat afirandin, bi mînakan vegot.

Di komxebata ji aliyê Tifaqa Jinê ya Navneteweyî (IWA) ve hat organîzekirin de endama KJA'yê Sûltan Şafak jî axivî û rewşa siyasî ya li Bakur, şerê topyekûn ê hikûmeta AKP'ê da destpêkirin û berxwedana xwerêveberiyê ya gelê kurd nirxand. Sûltan Şafak xusûsa xweparastinê jî rave kir û da zanîn, ku xweparastin ji bo Tevgera Jinên kurd bi tenê têkoşîna çekdarî nîne, hay ji nasnameya xwe bûyîn jî, aliyekî xweparastinê ye.

Esasên jîneolojiyê parve kirin

Komxebateke din a jinên kurd lê amade bûn, komxebata bi serenavê "têkoşîna azadiya jinê" bû. Ji Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) ya navenda wê li Almanyayê ye Songul Talay weke qiseker beşdarî vê komxebatê bû. Talay têkoşîna azadiyê ya jinên kurd vegot û bi taybetî li ser zanistiya jiyan û jinê Jineolojî ya ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd afirandin rawestiya. Nûnera CENÎ Bîrdoziya Rizgariya Jinê bi 5 pîvanên xwe re kurteber kir û bandora têkoşîna bîrdozî li civakê, bi mînakên şênber re vegot.

Di komxebata îro de jî wê ji rêxistina jinê ya sîwanî ya Rojava ji Kongreya Star Rûxweş Şêxo û Rûfind Xelef tecrûbeyên xwe vebêjin.

Tevî pêşkêşiyên li komxebatan, hemû beşdar di konferansê de nîqaşên hevpar jî dimeşînin. Encamên ji van nîqaşan derkevin holê, wê di roja dawî ya konferansê di 18'ê Adarê de pêşkêşî civîna encamê ya konferansê were kirin. Bi vî rengî nîqaşên li van komxebatan wê di nava encamên giştî yên konferansê de cih bigirin.


(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN