DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Hem debara xwe dike hem jî çanda xwe dide jiyandin

 
13 Adar
09:18 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Asya Altun a li Tarsusê dijî ev 15 sal in tenûran çêdike û bi vî rengî hem alîkariyê dide debara malbata xwe hem jî çandexwe dide jiyandin.

Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê Asya Altun a 55 salî ev 15 sal in tenûran çêdike. Altun a ku ji gundê ya Muglu ya Sêrtê di 1983'yan de ji ber rewşa aborî koç kir û taxa Kemalpaşayê bi cih bû û bi vî rengê alîkariyê dide debara malbata xwe. Altun anî ziman ku ji ber ku hêzên dewletê di salên 90'an de gundê wan şewatindina nikarîne vegerin gund û çêkirina tenûran jî ji dayik û xaltîka xwe hîn bûye.

Altun got ku karê ku bi keda destê xwe dike wê kêfxweş dike û wiha axivî: "Ez ji bo ku çanda xwe bidim jiyandin, bi kêfxweşî tenûran çêdikim. Tehma nanê tenûrê cuda ye ji ber vê yekê me dev jê berneda. Pişta min û lingên min diêşin a tişt nabe ez kêfxweş dibim. Ez nanê xwe di tenûra xwe de çêdikim. Ez jî alîkariyê didim debara malbatê. Ev 15 sal inj i kesekî pere nexwestiye. Tenûrekî bi 150 TL'î difiroşim."

Altun anî ziman ku jin bi hêz û têkoşer in, parastina çandê jî hêrî zêde peywira jinan e, jin digirin li ser milê xwe.

Tenûr çawa tê çêkirin?

Beriya ku tenûr bê çêkirin axa bi kîl bi taybetî tê anîn, ka, xwê û mûya bizinan dixin navê û dikin herî. Rojeke didin sekinandin û piştre careke din tê strandin. Dem bi dem ji bo hişt bibe didin sekinandin. Ji bo xwar nebe dem bi dem tê zuwakirin û bi vî rengî tê çêkirin. Herî dawî jî devê tenûrê tê çêkirin û ji bo hişt bibe tê hiştin. Divê heriya tenûrê pir baş bê hasilkirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN