DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji jinan bersiva koçberkirinê: Mala pîrê xweştir e ji ya Mîrî

 
12 Adar
11:40 2016

ŞIRNEX (DÎHA)- Li Şirnexê ku bi mehan e êrîşên qirkirinê berdewam dike jinan diyar kirin ku ew ê li dijî polîtîkayên tehcîrê li ber xwe bidin û bi gotina "Em ê tax û zarokên xwe nehêlin. Mala pîrê xweştir e ji mala Mîrî" bi biryarbûna xwe anîn ziman.

Li navenda Şirnexê bi mehan e li dijî êrîşên qirkirinê berxwedana gel berdewam dike. Li bajarê ku polîtîkaya bêmirovkirinê AKP'ê xistiye dewreyê gel bi zorê tê koçberkirin. Jinên Şirnexê yên ku li dijî polîtîkayên tehcîrê malên xwe naterikînin bi gotina "Em ê ne malên xwe ne jî zarokên xwe biterikînin" anîz ziman ku ew ê li ber xwe bidin. Jin bi gotia pêşiyan a li herêma Botanê ya ""Mala pîrê xweştir e ji ya Mîrî" ve jî bi biryarbûna xwe berxwedanê dubare dikin.

'Ez ê zarokên taxê tenê nehêlim'

Leyla Ustek diyar kir ku dewlet di nava gel ke tirs û xofê hewl dide belav bike û bide koçberkirin û wiha got: "Dewlet dibêje dê qedexe bê û hewl dide em malên xwe yên ku bi zor zehmetiyan çêkiriye biterikînin. Çi dikin bila bikin ez ê jî axê neterikînim. Heta dilopek xwîna min bimîne ez ê bi zarokên vî taxê re bimînim."

'Ez naçim ciheke'

Asya Durmaz jî guh nade gotegotên qedexeyê û wiha axivî: "Ez xwe zanim heta niha li vî taxê me. Ez niha zarokên xwe bigirim biçim kû derê. Parîk nanê li mala xwe dixwim ji ya mala kesên din xweştir e. Ez mala xwe nahêlim û naçik ciheke."

Ji jinên taxê Bahar Akdaş jî anî zimna ku li taxan bêhtir jin dimînin û wan dîtina ku li Cizîrê dewlet çiqas ji jinan ditirse. Akdax ev tişt anî ziman: "Ji ber vê yekê jî li taxan bêhtir jin mane. Em ê li dijî hovîtiyê li vir bîminin û bertekên xwe nîşan bidin. Jixwe ciheke ku em biçin jî tuneye."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN