DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji Komîsyona Jinan a TGC’ê rênîşa medyaya zayendparêz

 
11 Adar
15:08 2016

STENBOL (DÎHA) – Komîsyona Jinan a TGC’ê ji bo rê li ber zimanê zayendîparêz a medyayê were girtin, rênîşa nûçeyan amade kir.

Komîsyona Jinan a Cemîyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) ji bo rê li ber zimanê zayendîparêz a di medyayê de bigire, Rênîşa Nûçeyan amade kir û danasîna vê rênîşê li Restorana Rojnamegeran a TGC’ê bi civîneke çapemeniyê da nasîn. Serokê TGC’ê Turgay Olcayto, Koordînatora Komîsyona Jinan a TGC’ê Goksel Goksu, Sekretêra Giştî ya TGC’ê Sîbel Gunes û ji Zanîngeha Kadîr Hasê Prof.Dr.Sevda Alankuş jî tevlî civînê bûn.

‘Rojnameger û rêxistinên jinan piştgiriya xebatê kirin’

Sekretera Giştî ya TGC’ê Sîbel Gunes der barê pêvajoya amadekirina pirtûka ku ji beşan pêk tê de agahî dan û da zanîn ku gelek rojnamegerên jin, rêxistinên pîşeyî û navendên jinan ên zanîngehan piştgiriya vê xebatê kirine.

‘Çapemeniya Tirkiyeyê jinê weke objeyeke cinsî nîşan dide’

Serokê TGC’ê Turgay Olcayto jî zimanê çapemeniya Tirkiyeyê ya li hemberî jinê rexne kir û diyar kir ku çapemenî jinê weke objeyeke cinsî destnîşan dike û her wiha rê li ber tundiya li hemberî jinê vedike.

‘Pirtûk ji fikarên hevpar ava bûye’

Koordînatora Komîsyona Jinan a TGC’ê Goksel Goksu jî anî ziman ku pirtûk ji fikarên hevpar ên jinên ku di qada çapemeniyê de kar dikin pêk hatiye. Goksu bilêvkir ku bi xebatên bi vî rengî dibe rê li ber helwestên zayendparêz were girtin.

Civîn bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN