DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji xêzkarê almanî karîkatura 'heremê'

 
11 Adar
13:26 2016

ENQERE (DÎHA) - Xêzkarê almanî Kostas Koûfogîorgos, gotinên hevjîna Serokkomar Recep Tayîp Erdogan, Emîne Erdogan ên "A rast herem bo jinan dibistanek e" kir mijara karîkaturê. Her wiha xêzkarê almanî nivîsa karîkaturê jî bi tirkî nivîsand.

Hevjîna Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Emîne Erdogan derbarê pergala heremê ya ku jinan wek milkê mêr dibîne bi van gotinan wesfandibû, "A rast herem bo jinan dibistanek e û ev dibistan jinan bo jiyanê amade dike." Bi vê wesfandinê, ev gotin di qada navneteweyî de deng vedan. Piştî jinên ku li hemberî van gotinan bertekên xwe dan der, vê carê jî xêzkarê almanî heman gotin kirin mijara karîkaturê.

Xêzkarê alman Kostas Koûfogîorgos, di karîkaturê de ji devê mêrekî lêdan xwariye wiha dibêje "Min ji jina xwe re got herem dibistanek e" û ji devê mêrê li hember jî wiha dibêje, "Wê jî te xist vî halî."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN