DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Keda jinê di bazara jinê de ye

 
9 Adar
09:09 2016

WAN (DÎHA) – Bazara Keda Jinê ku projeya hevpar a Şaredariya Rêya Armûşê û DAKA’yê ye ji bo keda jinê xuya bike û jin bibin xwedî kar derfetên mezin bi xwe re tîne û saziyên jinan ên di projeyê de cih digirin bang li jinên Wanî kirin ku xwedî li keda xwe derkevin.

Bazara Keda Jinê ya ku projeya hevpar a Şaredariya Rêya Armûşê û DAKA’yê ye, di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dest bi kar kir. Di bazarê de, bi sedan jinên ji Wanê û navçeyên Wanê dezgehên xwe datînin û bi hezaran berhemên ku bi keda destan hatine afirandin û xwarinên organîk cih digirin. Ji bilî roja yekşemê, bazar her roj vekirî ye û buhayên berheman jî gelek erzan e.

Seroka Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Rêya Armûşê Farhat Akin da zanîn ku di sala 2013’an de dest bi nîqaşa projeyê kirine û bi hevkariya DAKA’yê re kirine meriyetê. Akin anî ziman ku di çarçoveya projeyê de 100 jin tevlî kursên di bin banê şaredariyê de bûne û got “Proje ji bo jin tevlî jiyana çandî, civakî û aborî bibin hate amadekirin.”

Gelek saziyên jinan jî di projeyê de cih digirin

Akin da zanîn ku ji bilî dezgehên ku jinan weke şexs danîne, Navenda Jiyanê ya Jinê ya Maya, BÎKAD-KOOP, Navenda Jiyanê ya Jinê ya Rojîn û midûriyetên jinan ên şaredariyên Erdîş û Artemêtanê jî di projeyê de cih digirin.

Yek ji jinên ku li bazarê dezgeh datîne Mecbure Dîlek anî ziman ku Bazara Keda Jinê ji bo jinên Wanî derfetek mezin e. Dîlek bang li hemû jinan kir ku xwedî li keda xwe û vê projeyê derkevin.


‘Dê keda jinê xuya bike’

Rêvebira BÎKAD-KOOP’ê Sonmez Ertaş jî destnîşan kir ku Bazara Keda Jinê, ji bo îstîhdama jinê û parastina keda jinê gelek girîng e. Ertaş bang li jinên Wanî kir ku xwedî li projeyê derkevin û wiha axivî: “Ji bo keda jinê were dîtin bazar gelek girîng e. Jin, bi berhemên xwe dikarin tevlî jiyana aboriyê bibin û dê mecbûr nemînin ku muhtacî zilaman bibin.”

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN