DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

‘Jinên li AFAD’ê di çavdêriya dewletê de dikişinin fihuşê’

 
9 Adar
09:06 2016

ERDOGAN ALAYUMAT

HATAY (DÎHA) –Aktîvîsta Mafên Mirovan parêzer Eren Keskîn bal kişand ser rewşa jinên penaber ên li Dîlokê di kampên AFAD’ê de dimînin û got ku jinên penaber bi çavdêriya dewletê ber bi fihuşê ve tê kişandin. Keskîn destnîşan kir ku hem Tirkiye hem jî Ewropa di nav suceke mezin de ye û wiha got: “Li hember peymanên navneteweyî ya ku xwe morkirine tevdigerin. Tenê ji bo ku penaber necin erdnîgariya wan pere didin Tirkiyeyê û mexduriyeta jinan bala tu dewletî jî nakişîne.”

Rewşa penaberên li kampên AFAD’ê dimînin hikumeta AKP’ê ku di her platformê de mijara penaberan dixe mijara bazarê û dibêje ku ji bo deh hezaran penaberan di nav 3 salan de 10 mîlyon dolar hatiye xerçkirin derewîne. Hat ragihandin ku di kampên AFAD’ê yên li navçeyên Altinoz, Reyhanli, Kirikhan û Yayladagê ya Hatayê ligel şertên nebaş destavêtin û tecawiz jî pêk tên. Aktivîsta Mafên Mirovan parêzer Eren Keskîn ku li Dîlok û Hatayê derbarê mijara penaberan de lêkolîn kirin destnîşan kir ku destavêtin û tecawiz liv an cihan zêdetir bûne.

‘Bazara fuhuşê di çavdêriya dewletê de hatiye avakirin’

Keskîn destnîşan kir ku ew li hember van agahiyan nikarin bikevin kampan û wiha got: “Çete bi awayek rehet dikarin bikevin van kampan. Ligel kanûnan jî endamên saziyên sivîl ên civakî nikarin bikevin van kampan.” Keskîn da zanîn ku ji ber rewşa nebaş ya kampan jin dema derdikevin derve dikevin nav pisiya fihuşê û wiha axivî: “Li Dîlokê bazarên fihuşê hene. Ev hemû cih di bin çavdêriya dewletê de ne. Jinan bi perayan difiroşin kesên temen mezin. Jinên ku dixwazin ji bo zarokên xwe nanekê bikirin jî didixin nav vê bazara qirêj.”

‘Li dijî peymanên navneteweyî ne’

Keskîn anî ziman ku divê rewşa jinên penaber ji polîtîqayên Tirkiye û Ewropayê cudatir neye nirxandin û wiha berdewam kir: “Ewropa û Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe mafên mirovan bin pê dikin. Li hember peymanên mor kirine tevdigerin. Tenê ji bo penaber neçin erdnigariya wan pere didin Tirkiyeyê û pirsgirêkên jinên penaber ne xema wan e. Em ê van bixin raporan û li hember van têbikoşin.”

(gka)






ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN