DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Reng û sewtek nû da hunera gelê kurd

 
9 Adar
09:04 2016

AMED (DÎHA) - Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe bandoreke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Şêxo 27 sal berê ji nava hunermendên kurd koçkir, lê hunera wî hêj di nava rengên çanda kurdî de geş dibe.

Hunermendê kurd Mihemed Şêxo bi salên dirêj ji bo çand û hunera kurdî bi taybetî di warê muzîkê de gelek berhemên girtanbuha afirandin. Berhemên hunermend Mihemed Şêxo di têkoşîna azadiya gelê kurd de risteke girîng lîst. Ji bo muzîka kurdî berhemên ku afirand îro jî bi hezkirin û hestên biltind tên guhdarkirin. Berhemên Mihemed Şêxo ji şevbêrk û şahiyên kurdan winda nebûye, her amade ye bi deng û muzîka xwe.

Hunermendê neteweyî heke îro saxbûya û bi taybetî di van roj, meh û salên Şoreşa Rojava de guman tuneye ku dê bi dehan berhemên giranbiha ji bo civaka kurdî biafirandina. Dê ew hesrata azadiya Kurdistanê ku nedikarî di stranên xwe de bianiya ziman bi berhemên ku biafirandina bixemilandina. Dê li ser Şoreşa Rojava, keç û xortên leheng berhemên zêrîn biafirandina û bi ew dengê xwe yê meswanî bigotana. Ligel vê hunermend Mihemed Şêxo di salên ku ji bo kurdewariyê têdikoşiya tu carî ji sekna xwe ya welatparêzî gav şûnde neavêt û bi hunera xwe da xuyakirin.

Hunermend Mihemed Şêxo, di sala 1948’an de li gundê Xecokê yê li ser bajarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Ev gund li başûrê Qamişloyê ye. Di malbatê de bi tevî Mihemmed Şêxo 6 bira û 6 xwişk in. Ew birayê herî mezin e. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e.
Mihemmed Şêxo perwerdeya medreseyê dibîne. Dîsa Mihemed Şêxo li Qamişloyê heta pola 9’emîn perwerdeya xwe berdewam dike û piştre dev jê berdide. Mihemed Şêxo ligel zimanê kurdî zimanê erebî jî baş dizanî û diaxivî.

Bi Aram Tîgran re perwerde bû

Ji ber ku bavê Mehemed Şêxo jî dengbêj bû, li ser dengbêjî û hunermendiya Mihemed Şêxo bandora bavê wî jî zêde xuya dike. Di dema xwendina xwe ya li Qamişloyê de fêrî tembûrê dibe. Dema li Qamişloyê dixwend, hunermendê navdar Aram Dîgran dinase û li stranên wî guhdarî dike û pêre jî dibêje. Ew, hunermend Aram wekî pireke di navbeyna stranên klasîk û nûjen de dibîne.

Li Beydûrê perwerdehiya muzîkê dît

Hunermand Mihemed Şêxo jî wekî gelek hunermendên kurd bi zor û zehmetî ji bo pêşxistana hunera xwe têdikoşe. Mihemed Şêxo di dawiya sala 1969’an û serê sala 1970’yan de diçe Beyrûdê, perwerdeya muzîkê dibîne. Du salan li Yekitiya Hunermendên Lubnanê ya erebî dixwîne. Dîploma ya xwe ya amûrejenî û dengbêjiyê distîne.
Mihemed Şêxo di navbera 1969 û 1972’yan de li Lubnanê ji bo muzîka kurdî xebatên xwe didomîn e. Di sala 1972’yan de Mihemed Şêxo dema li Beyrûdê ye bi komên muzîkê yên kurdan re têkiliyê datîne. Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Teyîb Tahir, Şêrîn Mele, Remezan Omerî û Rifetê Darî beriya Mihemed Şêxo çûbûn Beyrûdê û li wir bi berpirsiyarîya Seîd Yûsif, Koma Newrozê damezrandibûn. Pêwendiyên wî ligel Koma Newrozê hebûn.
Paşê pêwendiyên wî bi Koma Serkeftinê re çêdibe ku ew kom ji aliyê Kemal Şambaz ve hatibû damezrandin.

Mihemed Şêxo 1973’yan de derbasî başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bi hunermendê kurdên ên din rê saz dike. Piştrê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe.

Li Bexdeyê gelek hunermend nasîn

Li gorî çavkaniyan stranên ku yekem car ji aliyê Mihammed Şêxo ve hatine gotin ên Yûsif Berazî ne. Di sala 1972’yan de ji bo tomarkirina dengê xwe diçe radyoya Bexdayê. Li wir gelek kesên kurd nas dike. Yên wekî Mihemed Arif, Tehsîn Taha, Îsa Berwarî, Şemal Tahir. Ji helbestvanan Sebrî Botanî û Xelef Zêbarî dinase. Ji yek meheke zêdetir li Bexdayê dimîne. Lê piştî ku dizivire Sûriyeyê nav û dengê wî bêtir belav dibe. Li Bexdayê stranên wî yên ku tomar dibin hinek ji wan ev in: Carek min dîbû gewrek, Aman dilo, Min bihîstî tu nexweşî, Azad e şîrîn.

Jiyana sirgûnê

Mihemed Şêxo jî wekî gelek hunermend û rewşenbîrên kurd jiyenekî sirguniyê dijî. Lewra helwesta wi ya di stranên xwe de dide der ji aliyê rejan ve naye tehamulkirin. Piştî ku nav û dengê Mihemmed Şêxo ji Radyoya Bexdayê bilind dibe û dengê wî tê bihîstin, dewleta Sûriyeyê jê aciziyan dike. Dewleta Sûriyeyê Mihemed Şêxo dibin Şamê û ji wir jî dibin Beyrûdê. Jê re dibêjin tuyê neyê Sûriyeyê. Lê Şêxo wekî her kurdewarekî li ser biryara xwe carek din dizivire Sûriyeyê û careke din berê xwe dide Bexdayê. Sala 1973’yan li Bexdayê çend stranên xwe yên din jî tomar dike. Di heman demê de diçe seredana televîzyona Kerkûk Tv û 2 stranên wî dikin wekî klîp. Yek ji wan ‘Dil kuştiyê awirên çavên te’ ye.

Îşkence û girtinê reng da stranên wî

Mihemmed Şêxo ji ber helwesta xwe ya kurdewar û stranên xwe di 1974’an de li Sûriyeyê ji aliyê rejî mê ve tê girtin û gelek zextan dibîne. Rejîma Sûriyeyê gelek caran li wî îşkence dikin û diavêjin zindanê. Mihemed Şêxo li hemberî hemû zextên rejîmê serî natewîne û hunera xwe didomîn e. Şêxo strana xwe ya: “Di zindanê dinalim ez ji sibê de heta êvarê.” jî wê demê dinivîsîne. Di salên 1973 û 1974’an de carna stranek di teybekê de gotiye û hatiye qeydkirin. Bes wê stranê carekê gotiye. Stranên wî yên bi ev rengî gelek in. Mihemed Şêxo bi vî rengî gelek caran tê girtin û rastî gef û îşkenceyên giran tê. Lê belê tu carî li hemberî rejîma Sûriyeyê serî natewîne û ji bo gelê xwe hunera xwe pêş dixe.

Li Îranê çar qasetan tomar dike

Mihemed Şêxo demekê li Kerecê dimîne. Kerec nêzî Tehranê ye. Dewleta Îranê ew ji Kerecê sirgûn dike ji bo bajarê Gunbetê Kawus. Ev bajar li qerexê Behra Hazarê(Xezar) ye. Li bakûrê Îranê ye û li wir kurd pir kêm in. Ji Tehranê 9 saet dûr e. Li wir wekî kurdekî Iraqê mamostetîya muzîkê dike. Di 1977’an de mamostetiya zimanê erebî dike. Li wir dizewice.
Li Gunbetê Kawus kurek jê re çêdibe bi navê Bêkes. Lê ew najî. Paşê kaça wî Felekê jê re çêdibe. Ji ber wê ye jê re dibêjin ‘Bavê Felekê’. Paşê 2 kurên wî çê dibin. Îbrahîm û Birûsk. Li Îranê Mistefa Etrûşî dinase. Mistefa li Esfehanê dima. Kurdê Başûr e. Helbestvan bû. Mihemed Şêxo 22 helbestên wî dike stran: Gava Ez Mirim Gelî Zindiyan, Dayê Dayê, Dilvîna Min ji helbestên Mistefa Etrûşî hinek in. Li Îranê du caran xwestin wî bikujin. Sala 1981’an bû. Dewleta îslamî nedixwest Mihemed Şêxo li tembûrê bide. Malbata wî her gavê nobeta wî digirt da dernekeve derva û neyê kuştin. Li Îranê fêrî zimanê farisî dibe û dîplomeya xwe digire.

Mihemed Şêxo li Îranê 4 kasetan tomar dike. Di nav wan kasetan de ‘Nesrîn’ û ‘Kewê xortê serê çiya’ hebûn ko nivîsarê wan Xelefê Zêbarî bû. Mihemed Şêxo heta dawiya sala 1982’yê li Îranê dimîne. Di 26’ê kanûna 1982’yan de tevî jin û zarokên xwe tê Şamê.

Li Sûriyeyê di 1983’yan de kaseteke bi navê ‘Ez Bûm Firar’ derdixe. Piraniya stranan ji helbestên Yisuf Berazî bûn. Ji 1983’yan heta 1986’an her sal kasetekê tomar dike. Bi tevahî 14 kasetên wî hene. Lê car caran yeko yekûyek stranan gotîye û paşî van stranan qet negotiye. Ger mirov vana jî hesab bike, belkî li dora 20 kasetan bigîjin hev.Di 1984’an de birayê wî Baha jî pêre li kemanê dixe. Kasetek dadigre. Ev kaseta wî, bêtir ji helbestên Seydayê Tîrêj e û Bêbehar (Yisuf Berazî) hatiye dagirtin. Ev kaseta wî bêtir bi navê ‘Lê lê Ciwanê’ navdar bûye.
Mihemmed Şêxo li ser zîndana Amedê jî strabû. Yisuf Berazî li ser zîndana Amedê helbestek bi navê ‘Eman û eman, ez bûm warê xeman’ nivisîbû. Mihemmed Şêxo vê strana hanê jî got. Kaseta wî ya bi navê ‘Sebrê’ di sala 1985’an de hat tomarkirin. Bêtir ji helbestên Seyda Tîrêj, Bêbehar û Emerê Lalê hatîye dagirtin.

Li dijî îşkence, girtin, sirgûnê şer kir, lê nexweşiyê ew têk bir

Mihemed Şêxo li bajarê Qamişloyê di nava rewşeke dijwar û xizaniyê de êdî nema dikaribû li ber nexweşiyê li ber xwe bide. Wî radikin nexweşxaneyê jî lê êdî hêviya jiyana wî namîne. Şêxo carek din tînin mala wî û di 9’ê Adara 1989’an de hunermedê navdar diçe ser dilovaniya xwe. Di heman rojê de cenazeyê Mihemmed Şêxo, ji aliyê bi deh hezaran kurd û kurdistaniyan ve li goristana Hilêliyê dispêrine axê.


Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe bandoreke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Mihemed Şêxo bi giştî 14 kasêt amade kirin û pêşkeşî gelê kurd kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng Ay lê Gulê ye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.


Hin berhemên wî yên deng dane ev in:

Ay Gewrê
Cana min/Sînem
Koçê Me Barkir
Gulîzar
Ey Felek/Kewê
Ême
Dil Perîşanım
Nesrîn
Ay Lê GulêNalinêk

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN