DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên Nisêbîne li pişt barîkatan 8'ê Adarê azad pîroz kirin

 
8 Adar
15:22 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Şervanên YPS Jinê li qadên azad ên navçeya Nisêbînê 8'ê Adarê bi merasima leşkerî pîroz kirin. Jinan li pişt barîkatan bang li hemû jinan kir û xwestin li dijî bedenên ku hedef tên nîşandan refê xwe li pişt barîkatan di nava berxwedanê de cih bigirin.

8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê, li gelek navend û qadan bi mîtîng, meş û xwepêşandanan bi coşek mezin tê pîrozkirin. Li Kurdistan û Tirkiye jî jin daketin qadan û li dijî hişmendiya serdest û mêr dengê xwe bilind kirin. Jin li gel qedexe û astengiyên ku mêr li pêş wan daniye daketin qadan û 8'ê Adarê piroz kirin. Pîrozbahiya herî bi coş li qadên azad pêk hat. Yek ji van qadan li pişt barîkatên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bû. Di pêşengiya YPS Jinê de jin li Nisêbînê kom bûn û bi coşek mezin û merasima leşkerî 8'ê Adarê pîroz kirin. Li qada azad a Taxa Firatê şervanên YPS Jinê bi merasimek leşkerî pîrozbahî pêk anî. Di merasima li zeviya vala pêk hat de şervanên YPS-Jin bi çekên xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn û merasima leşkerî pêk anîn. Jin li ser komuta fermandar silav dan. Piştî silavkirinê jinan li pişt barîkatan pîrozbahî pêk anî. Piştre li ser girîngî û wateya 8'ê Adarê peyam hat xwendin.

Jinan di peyamê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane silav kir û 8'ê Adarê li wan pîroz kir.

Jinan wiha cih da peyamê: "Jinên kurd li Rojhilata Navîn serdemek nû dan destpêkirin. Li Rojava YPJ, li Şengalê YJŞ û li bakurê Kurdistanê YPS-JIN xwe ji xweliya xwe ava kirin. Em hemû jinên kurd ku rûpelek nû ya berxwedanê vekir silav dikin. Jinên kurd, di qadên Xweseriya Demokratîk ên Kurdistanê de bi ruhê azadiya jinê têdikoşin. Têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya mêrê serdest û hişmendiya çeteyên AKP'ê bi biryar dewam dikin. Îro li hemû qadên cîhanê hişmendiya serdest a mêr, bi hemû qirêjiya xwe hemû qadên jiyanê qirêj dike. Lê jinan bi hêza xwe ya cewherî li dijî vê ferasetê têkoşîn daye destpêkirin. Halê şênber li pişt barîkatan jinên YPS-JIN in. Jina kurd, li qadên Rêveberiyên Cewherî ala têkoşînê dewir girtine. Li Cizîr, Sûr, Kerboran, Gever, Derîk, Hezex, Şirnex û Nisêbînê û li hemû Kurdistanê li dijî pergala mêtînger di dîroka têkoşîna berxwedanê de cihê xwe girtine. Di rûpelên têkoşînê de dîrokê dinivîse. Li Sîlopyayê biryar û têkoşîna Sêvê, Pakize, Fatma û hemû jinên di berxwedana rêveberiya cewherî de şehît ketin bûn sembola têkoşîna YPS-JIN'ê. Ekin Wan ev têkoşîn da destpêkirin û li Cizîrê berdewam kir. Em dibînin ku ev bedenên tên teşhîrkirin rûmeta hemû jinên berxwedêr in. Em wekî YPS-JIN ên Nisêbînê di 8'e Adarê de bi ruhê Sarayan têkoşîna xwe ya azadiyê geş dikin û bi biryara Sêvê, Arîn û Ekinan têkoşîna xwe berdewam dikin. Em bang li hemû jinên ku bedena wan hedef tên girtin dikin û dixwazin li pişt barîkatan li dijî polîtîkayên êrîşkar di nava refê berxwedanê de cihê xwe bigirin."

Jinan di berdewama peyamê de hemû jinên di vê têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn û diyar kirin ku heta tola hemû hevalên xwe yek bi yek bistînin dê têkoşîna xwe bi biryar berdewam bikin. Jinan anîn ziman ku ew baweriya xwe ya ku li ser vê axê roja azadiyê hilê dubare dikin û bi peyama Rêberê xwe ya "Şoreşa jinê roşa gulê ye û şoreş dê bi rengê jinê tacîdar bibe" 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.

Piştî peyam qat xwendin jinan siloganên "Bijî Rêber Apo", "Jin jîyan azadî", "Bijî berxwedana tevgera jinê azad", "Bijî YPS-JIN" berz kirin. Piştî merasima leşkerî jinên taqê qad bi cilên xwe yên rengê neqişandin. Li qadê jinan li ber muzîkê govend gerandin. Piştî govend geş bû şervanên YPS Jin ji tev li govendê bûn.

Jinan li pêş Navenda Çandê ji pîrozbahî pêk anîn

Jin li pêş Navenda Çandê ya Mitanniyê jî kom bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Bi sedan jin li pêş navenda çandê kom bûn û bi poster û wêneyên kesên di têkoşîna rêveberiya cewherî de jiyana xwe ji dest dane pîrozbahî pêk anîn. Jinan bi siloganan tundî û destdirêjiya dewletê şermezar kir. Di pîrozbahiyê de Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya axivî û 3 jinên şoreşger ên li Sîlopyayê hatin qetilkirin Sêvê Demir, Pakize Nayır û Fatma Uyar bi bîr anî. Wekîla HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî diyar kir ku îro jinên kurd ji her demêbêtir nêzî azadiyê ne û deyndarên tevgera azadiya kurd in. Yildirim anî ziman ku ewê têkoşîna xwe bilind bikin û azadî bi ser bikeve.

Piştî axaftinan jinan li ber muzîkê govend gerand. Jinan piştî govendê şervanên YPS'ê silav kirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN