DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên Rojavayî Berxwedana Bakurê Kurdistanê silav kirin

 
8 Adar
14:35 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Bi hezaran jinên Rojava yên li kontonên Efrîn, Cizîr û Kobanê kom bûn 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin. Jinan bi cilên xwe yên herêmî qad xemilandin û Berxwedana Rêveberiyên Cewherî yên Kurdistana Bakur silav kirin. Li aliyê din ji 7 navendên Kantona Cizîrê jin kom bûn û meşiyan sînorê Bakurê Kurdistanê.

Li navçeya Mabeta ya Efrînê bi hezaran jin li hev kom bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinên bi şîara “Di pêşengiya jinên berxwedêr û ruhê 8'ê Adarê berxwedana Bakur dê bi ser bikeve" daketin qadan û pîrozbahî pêk anîn. Jinên ku cilên herêmê li xwe kirin bê navber siloganên “Jin jiyan azadî” qêrîyan û pankartên “Bi Jina azad ber bi Neteweya Demokratîk" û “Duh Roza û îro Sara ye vê ji bîr neke" vekirin. Di şahiyê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Efrînê Hêvî Mustefa, Endama Meclîsa Şehba, endamên partiyên siyasî, şervanên YPJ'ê û nûnerên saziyên civakî li qadê kom bûn. Ewlehiya qadê Hêzên Parastina Civakî û Asayişê (HPC) girt. Li qadê posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hat vekirin. Dîsa alên Kongreya Star hatin vekirin. Pirozbahiyê bi coşek mezin dest pê kir.

Bi hezaran jin ji bo 8'ê Adarê meşiyan Kobanê

Li kantona Kobanê jî Kongreya Starê bi boneya 8'ê Adarê pîroz bikin meşek girseyî pêk anî. Di meşê de jinên navenda Kobanê, jinên rêveberiya xweser, Jinên Girê Spî û Sirrinê amade bûn. Jinên beşdarî meşê bûn cilên herêmî li xwe kirin û meşiyan. Endamên Navenda Çandê ya Baqî Xido jî bi enstrumanên xwe tevli meşê bûn. Meşa li Qada Azadiyê dest pê kir, bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankarta “Bi berxwedana Jina kurd Kobanê bû Sembola Azadiya Cîhanê", “Berxwedana Bakurê Kurdistanê silav dike û tundî û êrîşên AKP'ê şermezar dikin" û “Em 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin" vekirin.

Meş dê li taxa Şehîd Ebdo bi dawî bibe. Piştî meşê dê mîtîngê pêk bînin.

Ji Cizîrê meşiyan Kurdistana Bakur

Li Kantona Kobanê jî ji 7 bajaran bi hezaran jin li hev kom bûn û bi cilên xwe yên rengîn li Dirbêsiyê kom bibin. Jinên li Dirbêsiyê kom bûn, ber bi Bakurê Kurdistanê ve dest bi meşê kirin. Bi hezaran jinên ji Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Til Temir, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Zergan kom bûn, li ser rêya Hesekê ya Dirbêsiyê gihiştin hev.

Jinên ber bi konê rengîn ên ji bo piştgiriya Bakurê Kurdistanê hatine vekirin ve meşiyan wênyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û jinên di têkoşina azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bilind kirin. Jinan di meşê de bê navber silogana “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN