Dengê berxwedana jinê li Amedê bilind dibe
AMED (DÎHA) - Mîtînga fînala 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gel hemû astengî û qedexeyên polîsan bi coşek mezin didome. Jin ji 4 aliyên Amedê herikîn qada mîtîngê û dengê xwe bilind kirin. Jinan bi silogan û newayan dengê berxwedan û raperînê li Amedê bilind kirin.
Mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku di pêşengiya Kongreya Jinen Azad (KJA) de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk hat, bi coşek mezin berdewam dike. Polîsan bi hinceta "Îxbara bombeyê" heye destûr nedan demek dirêj jin têkevin qada mîtîngê. Lê jinan bi siloganan barîkata polîsan rakir û ketin qada mîtîngê. Jin ji çar aliyan ve herikîn qada mîtinge û li qadê bi coşek mezin 8'ê Adarê pîroz dikin. Li qada mîtîngê pankarta mezin a "Jin ji bo Rêbertî û Azadiya xwe diber xwe didin." hat daliqandin. Dîsa pankartên "Li dijî şer aştiya civaki, li dijî tundiya mêr hevjiyana azad" "Bimîrateyê Roza u Srayanma ver biazadîyêmê", "Azadîya to azadiya mawa" û "Ji kesên jiyana rûmet, dil, coş û hezkirina jinê ava kir hezar silav" vekirin.
Jin berî bimeşin qada mîtîngê li ber avahiya KCD'ê kom bûn û bi erbane û stranên kurdî û tirkî govend gerandin. Jinan bi cilên herêmî qad rengandin û rêveberiyên cewherî yên Sûr, Sîlopya û Cizîrê silav kirin.
Astengiyên polîsan rakirin û meşiyan'
Polîsan di destpêka meşê de pankarta "Bi Parastina Rewa ber bi Azadiyê ve" bi hinceta "Parastina rewa" destûr nedan meşê. Piştî wekîl û rêveberên HDP'ê ketin navberê û jinan sloganên "Bijî berxwdana Surê" û "Jin jiyan azadi" jin metiyan Qada Îstasyonê. Di refê pêşî yê meşê de jinên bi erbane cih girtin û ji Ofîsê derbasî qada mîtîngê ya Îstasyonê bûn. Jin dema meşiyan û ketin qada mîtîngê polîsan pankart, dowîzên KJA, DBP'ê yên rêveberiyên cewherî û berxwedanê silav dikin û pankartên wêneyên Miray, Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakize Nayir li se hebûn desteser kirin. Piştî nokteya polîsan jinan ewlehiya qada mîtîngê girt.
Bi hezaran jin li qada Îstasyonê kom bûn. Jinên li qada mîtingê kom bûn, bi sitran, newa, silogan û coşek mezin 8'ê Adarê pîroz dikin. Koma Erbanê ya Cegerxwin, Koroya Şehit Mizgin a Herêma Amedê, hunermend Nihal, Koma Berji û Pınar Aydinlar derketin ser dikê. Jinan bi coşek mezin 8'ê Adarê pîroz kirin.
Li Sêrtê coşa 8'ê Adarê
Li Sêrtê jî bi heman armancê di pêşengiya KJA'yê de li Girê Kizlarê şahiyek mezin pêk anîn. Qad bi alên KJA'yê hat xemilandin. Dîsa pankartên "Em bi ruhê Sêvê, Fatma û Pakizeyan ên bexwedêr li qadan in" û "Jinên berxwedêr dê serkeftinê bînin" û "Tundiya mêr bîrdozî ye, parastina rewa maf e" vekirin. Polîsan destûr nedan ku pankarta "Ji bo azdiya Rêberê xwe li Qadan in" têxin qadê. Jinên bi cilên heremî qada şahniyê xemilandin bê navber siloganên "Jin jiyan azdi" berz kirin û li ber erbaneyan govend gerandin.
(mae)