DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên Rojava diherikin sînorê Cizîra Botan

8 Adar
11:07 2016

DÊRIK (DÎHA) - Bi hezaran jinên ji bajarên Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê yên Rojava ji bo ku tevlî mitînga 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê bibin, li gundê Endîwerê yê li ser sînorê Cizîra Botanê kom bûn.

Bi hezaran jinên ji bajarên Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê bi boneya 8’ê Adarê li gundê Endîwerê yê li ser sînorê navçeya Cizîrê ya bakûrê Kurdistanê kom bûn. Jinan ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên cangoriyên azadiyê yên jin û al û sembolên kurdî, her wiha pankartên “Jinên rêxistinkirî misogeriya avakirina civaka demokratîk in.”, “Bi jinên Azad ber bi civaka azad ve”, “Şoreşa Rojava şoreşa jinan e” û “jinên şoreşger heta azadiyê tekoşîn dikin” ku bi zimanên kurdî, suryanî û erebî hatine nivîsandin, vekirin. Piştre jî ji vir berê xwe dan sînorê Cizîra Botan.

Şervanên YPJ û Hêzên Parstina Civakî yên Jin, Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif, nûnerên Rêveberiya Xweseirya Demokratîk û saziyên civaka sivîl jî beşdarî mitîngê dibin.

Hêzên Asayîşa Jin li herêmê tedbîrên ewlehiyê girtine û hemû riyên çûn û hatin kontorl dikin. Herikîna ser sînor didome. Bernameya mitîngê wê di kêliyên pêş de destpê bike.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN