DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin li Rojava pêşengiya avakirina jiyana nû dikin

 
8 Adar
09:02 2016

ERDOGAN ALTAN

KOBANÊ (DÎHA)
- Jinên kurd ku li Kurdistana Rojava bi tecrûbeyên têkoşîna 40 salan ji şoreşê re pêşengî kirin, di sedsala 21'emîn de mejiyê zilamê serdest di şexsê çeteyên DAIŞ'ê de perçe kir. Jinên kurd bi têkoşîna xwe ya li Rojava ji jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re li dijî tariyê bûn hêviya ronahiyê. Jinên YPJ'yî bi Silavan re bûn deng û bi Arîn re bûn agirê azadiyê.

Perçeyê herî biçûk ê Kurdistanê bû şahidê gelek gavên şoreşa azadiyê. Jina kurd li Kurdistana Rojava bi ceribîn û zanebûna têkoşîna azadiyê ya 40 salan pêşengiya şoreşa Rojava dikin. Têkoşîna şoreşê ya jinan li Rojava tenê bi serpêhatiyekê ne bi sînor e. Bi sazîbûna 11 salan a Yekîtiya Starê re bi sînor e. Lê rêxistina Sîwan a Yekîtiya Star di kevneşopiya şoreşa ku di Rojava de hatî birêxistinkirin de serweriyek girîng a têkoşînê ava kir. Di ser vê bingehê de rêxistina Yekîtiya Star pêşî, jinên Rojavayî di çerçoveya jiyana rêxistinkirî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de di her qadên jiyanê de beşdariyek çalak kirin. Piraniya van jinan tevlî refê azadiyê bûn.

Rêxistina Yekîtiya Star ku li derveyê axa Rojava di 15'ê çileya 2005'an de kongreya xwe ya sazîbûnê lidarxist, li ser rêziknameya "Armanca rêxistinbûnê li hemberê hemû tiştên ku ne li ser rêgeziya wekheviyê li ser bingeha azadiyê têdikoşe. Li hemberê newekheviyê ku ji dîrokê ve heta niha di nava cinsa de pêk te parastina mafên jin û civakê esas digire. Her dem ji bo fikir û ramanên jina wek e civaknasî derdixe pêş, ya jinan di mijarên wek e civakî, çandî, hiqûq, aborî, ewlehiyê de birêxistin dike. Têkoşîna azadiya kurd bi rêbazên demokratîk di çerçoveya Suriyeya azad û demokratîk de bilind bike ji xwe re dike armanc. Li ser bingeha rêxistinkirina jinê, armanc dike ku bîrdoziya azadiyê jinê biafirîne. Di makezagona Suriyeya demokratîk de ji bo mafên jinê çêbibe dikeve nava hewildanan" ji bo di her qadên jiyanê de pêşengtiyê bike zend û bendên xwe ba da û destpê kir.

Jinan di tax, gund û bajaran de xwe birêxistin kir

Rêxistina Yekîtiya Star, piştî kongreya xwe ya sazibûnê, 2 beriya Şoreşa Rojava bi tevahî 4 kongreyên xwe yên din lidarxist û ji ber di kongreya xwe ya dawî an go ya 5'emîn a li Kantona Cizîrê pêk anî de ji ber xebatên xwe berfirehtir kir navê xwe jî wek e Kongreya Star guherand. Jinan êdî bi şiyara "Jin dê bibin pêşengê şoreşên Rojava û Suriyê" bi biryarên girtî re di qadên wek aborî, siyasî, dîplomasî, rêxistinkirin, ciwan, perwerdehî, çand û yên din de bû pêşeng. Jinan, bi avakirina komîteyên jinan a di bin Mala Jinê de, meclîsên kuçe, tax, gund, qesaba, bajarok û bajaran de ava kir û her wiha bi komunên jinan a xweser re li her qadî belav bûn.

Di navenda avakirina civakê de jin heye!

Dema mirov gav davêje Rojava jinên siyasetmedar, şervan, peywirdarên asayîşê, sazî û dezgehan de dikarî rêveberên jin bibine. Bi her saziyê de teqes divê bi pergala hevserokatiyê bê birêvebirin, qotaya zayendiyê bê bikaranîn re, qada rêveberî an jî di meclîsê de jin û zilam bi heman hejmarî bê temsîlkirin re jî, ji bo heta roja jin û zilam hem di hêla mejiyê civakî ya civakî û hem jî di pratîkê bibin xwediyê wekheviya mafê tam, pergalekê ku li hemberê zilamê jinê esas digire hatiye avakirin. Ji aliyekî ve jin di asta herî jor de xwe birêxistin kirinê re yekîneyên xwe yên parastina cewherî re avakirina pergalê re, li aliyê din jî ji bo şikandina zihniyeta zilam a serdest ku ewqas salan ser hev jiyana civakê diyar kiriye û azadiya jinê dixe navendê seferberiyekî perwerdehiyê hatiye destpê kirin. Li aliyê din jî hem ji bo jin xwendin û nivisê hîn bibin û hem jî perwerdehiya siyasî akademiyên jinan hatî vekirin, bi şoreşê re avakirina demokratîk a ku rêveberiya gel esas digire ji bo ew heriya berê ya civakê rabike bingehek pêşkeş dike. Hate diyarkirin ku di Rojava de ji bo mafê jinê bi zagonan re û bi gavên qadên siyasî û civakî re re dixwazin mîsoger bikin.

Li dijî zihniyeta berê têkoşîn

Jinên Rojavayî ku li hemberê zihniyeta kevin têkoşînê didin, bi destpêka zagona jinê ya hatî danîn re wiha tê gotin: "Têkoşîna li hemberê mejiyê zilamê serdest, berpirsiyariyekî li ser milê hemû kesên di Rojavayê Xweseriya Demokratîk de ye." Di zagonên ku li hemberê zihniyeta kevin a nasnameya jinê tune dihesibîne de, tê gotin ku "Li gor zagonê jin û mêr di hemû qadên jiyanê de, di nava civakê de û di têkiliyên taybet de bi zilamê re wekhev e. Jin êdî nabe mijara mulkiyetê û hatiye qedexekirin. Pirzewacî û zewaca temenê biçûk de hatiye qedexekirin."

Û YPJ hat avakirin

Kurdên Rojava ku di Başurê Kurdistanê de di sala 2003'an de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re dest bi lêgerîna şoreşê kirin, di 19'ê tîrmeha 2012'an de bi rizgarkirina Kobanê re derket zîrveyê, bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re ku hêza pêşengtiya şoreşê dikir re derbarê paşeroja Rojhilata Navîn re di hêla leşkerî de pêşketineke girîng çêkir. Jinên kurd di sala 2012'an de bi lidarxistina konferansekî re di sala 2013'an de avakirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re, bi pratîkên xwe dane nîşandan ku derbarê jinê de gotineke wan heye.

Bi Silava re bûn deng bi Arîn re bûn agir!

YPJ tabûra xwe ya yekem li Efrînê bi navê Tabûra Şehîd Ruken îlan kir. Piştre di Kantona Cizîrê li Eyaleta Tirbêsiyê Tabûra Şehîd Berçem ava kir, tabûra sêyemîn jî li Kobanê bi navê Tabûra Şehîd Dîcle ava kir. Ya dawî jî li Qamişlo û Dêrikê jî Tabûrên Şehîd Adalet hat avakirin.

Jinên YPJ'yî ku bi Silava re bûn deng, bi Arîn re bûne 'Agir', bûn tirs û xova dilê çeteyên DAIŞ'ê ku damarên çokên dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê qetandibûn. Jinên YPJ'yî ku li hemberê feraseta Selefî-cîhatkar ên jibilî têkoşîna gel jinê tune dihesiband wek e modelek derket pêş, ji bo Rojhilata Navîn riya ji nû ve ronahîkirina tarîtiyê vekir.

Ji fermandarên YPJ'ê Aryan Efrîn derbarê rola jinê ya di Şoreşa Rojava de, têkoşîna jinê, armanca YPJ'ê û 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de nirxandinên girîng kir. Efrîn, diyar kir ku di avakirina pergal û civakê de jinê hema bêje di her serdemî de kedek mezin heye û da zanîn ku heta mirov dikare bêje ku jin di her serdemê dîrokê de ji mirovê civakê û jiyanê re pêşengtiyê kiriye. Efrîn bibîrxist ku jina ku berê de di avakirina civak û jiyanê de kedek mezin da û pêşengtiyê kiriye ji hêla desthiladariya mejiyê zilamên serdest ve hatiye xwestin bê çepisandin û bê tune kirin û wiha got: "Lê ji ber jin dê tune nebûya bi zorê guherandin û veguherandin li ser hatiye ferz kirin. Sedema ewqas pergal ya jinê hedef girtiye jî armanca sereke ji ber jin di destpêka dîrokê heta niha di avakirina jiyan û civakê de ji pêşketina çand û exleqê re pêşengtî kiriye, ji ber mirovahî li dora wê kom bûye û yekitiyê û bihevre jiyandinê pêkaniye ye."

'Jina têkoşînê dide dê zêdetir zana û hişmendîtir bibe'

Efrîn, balkişand ku jin eger xwe ji normên olî û civakî ya ji hêla pergala serdest a zilaman ve li ser hatiye ferz kirkin xilas bike encax ew dem dê azad bibe û ev tişt gotin: "Riya vê jî di meşandina têkoşîneke bi bandor de derbas dibe. Jina ku têkoşîn dike zêdetir zana û bi hişmendîtir bibe. Ji ber pergala serdest a zilamê desthiladar vê yekê dizane, ya jina zana û xwedî hişmend, yê xwe bi xwe dikare birêve bibe, xwe birêxistin dike û rêxistin dike jixwe re wek e dijminê herî mezin dibîn e."

'Di nava şerê şoreşgerê de jin guherandin û veguherandinê pêk anî'

Efrîn, destnîşan kir ku têkoşîna jinê bi saya serê berdelên hatî dayîn hatiye astekê û got ku jin xwe bi şerê şoreşgeriyê re xwe ji nû ve çêkir. Efrîn, anî ziman ku jina ku xwe bi şerê şoreşê re ji nû ve ava kir, di nava heman şerî de di xwe de guherandin û veguherandineke baş çêkir.

'Em têkoşîna xwe di her qadê de dimeşîn in'

Ji fermandarên YPJ'ê Efrîn, diyar kir ku ew wek e jinên YPJ'yî têkoşîna xwe di her qadê de dimeşînin û berdewam dikin û wiha pê de çû: "Em vê yekê tenê bi têkoşîna çekdarî nakin. Mînak em îro li dijî çeteyên DAIŞ'ê û hişmendiya wê têdikoşin. Di esasê xwe de komek çeteyên bi çek a ji hêla pergala serdest a zilamê desthiladar ve hatiye afirandin e. Dibe niha em li hember wê têkoşîna çekdarî didin lê ew nayê wê wateyê ku em xwe ji jinên di nava civakê de dûr dixin. Peywira hêzên YPJ'ê ne tenê şerkirine. Peywira jinên YPJ'yî tenê kuştina çeteyên DAIŞ'ê jî nîn e. Berovajê wê wek e hêzên YPJ'ê ji jina ku di avakirina jiyan û civakê de pêşengtiyê dike re, peywira wê ya dîrokî ku ji hêla mejiyê serdest a zilamên desthiladar ve hatî dizîn careke din radestê wê dikin. Em bibîr tînin ku jin pêşengê civakê ye. Em bi vê yekê re dibêjin divê jin xwe birêxistin bike, rêxistinê bike, bibe xwedî zanîn û hişmendiyê."

'Bi rêxistinbûna jinê re êdî dê Şengalên nû çênebe'

Efrîn, da zanîn ku jin êdî dikare înisiyatîf bigire, xwe dikare birêxistin bike û wiha got: "Jin di rewşa êdî bixwe bawer de ye. Jin bi saya ku bixwe bawer e êdî dikare bibêje 'ez dikarim di her qadî de peywir bigirim û têkoşîneke bi bandor bimeşîn im'. Heta ev rewş tenê di gotinê de namîne ketiye pratîkê jî. Vaye YPJ mînaka wê ya herî mezin e. Bêguman ev têkoşîn bi dayîna berdelên mezin hatiye vê astî."

Efrîn, bibîrxist ku jina xwe birêxistin neke, xwe neparêze, ji hêza xwe bê agahî, xwe perwerde neke û pêş nexe ji Şengalbûna nû re vekiriye û ev tişt gotin: "Jinên Şengalî ligel heq nekiribû jî bi ewqas xirabiyê re rû bi rû ma. Lê sedema vê ya sereke ne birêxistinkirine, xwe bê parastin hiştin û xwe perwerdenekirin e." Efrîn, balkişand ku lê heke mirov li rewşa piştî jinên Şengalê xwe birêxistin kirine û ger mirov li xwebirêxistinkirina jinan a li tevahiya Kurdistanê dinêre êdî diyar e ku dê Şengalbûna nû çênebe û anî ziman ku êdî rastiyekî jinên Şengalê ya li hemberê çeteyên DAIŞ'ê ku hemû cîhan dixwaze wî xilas bike şer dike heye, êdî rastiya jinên Kurdistanê yên li hemberê çeteyên DAIŞ'ê şer dikin heye.

'YPJ rola ku zihniyeta serdest li ser jinê ferz kiriye tar û mar kir'

Efrîn, jinê di taybetiya YPJ'ê de jî nirxand û wiha got: "Hêzên YPJ'ê ku bi pêvajoya şoreşê re ava bû, rola ku zihniyeta serdest a zilamên desthiladar a 5 hezar salan li ser jinê ferz kirî tar û mar kir. Bi beşdariya nava YPJ'ê re, polîtîqayên zihniyeta serdest a zilamê desthiladar ku 5 hezar salan a li ser civakê bi taybetî jî li ser jinê dimeşandin vala derxist."

Efrîn, anî ziman ku YPJ'ê bi dayîna têkoşîna bêhempa re li ser civakê hişmendiya tiştek tuneye ku jin nikare bike daye fêr kirin û wiha got: "Bêguman ev di encamên dayîne berdelên mezin pêk hat. Bi taybetî jî bi saya ked û têkoşîna ji hêla Rêber Apo ve hatî dayîn pêk hat. Jixwe Rêberê Gelê Kurd dibêje 'xebata min a sereke xebata jinê ye. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye'. Ji bo jinan kedek mezin da."

Efrîn, destnîşan kir ku di esasê xwe de di kesayeta jina kurd de hemû jinên cîhanê zîrvebûnê dijî û got "Lewra jina kurd têkoşînekî ku ne tenê bi Kurdistanê re bi sînor dimîn e dimeşîne, di heman demî de têkoşîneke bi hêzû bi wêrekî, bi biryar û bi vîn ku hemû Rojhilata Navîn û cîhanê dixe navê dimeşîn e." .

'Riya azadiyê di têkoşînê de derbas dibe'

Fermandara YPJ'ê Aryan Efrîn, da zanîn ku ew wek e YPJ'ê dema ew li hemberê mejiyê serdest a zilaman têkoşînê dimeşînin di heman demî de li hemberê hûndirê xwe de jî têkoşînê dimeşîn in û ev tişt gotin: "Lewra em di ser heman dînamîkên civakê çêbûn, mezin bûn û dijîn. Ji ber vê yekê jî me jî nesîbê xwe ji nêrînên ku ji hêla zihniyeta serdest a zilamê desthiladar ve li ser civak û jinê ferz kirî girt. Ji bo vê jî têkoşîna herî mezin em li ser xwe didin. Ji bo em xwe ji nêrînên jehrî ya zilamên serdest paqij bikin, destpêkê em bi xwe re têkoşînê dikin. Û ev têkoşîn berfireh dibe û didom e jî. Em wek e jin dixwazin bi xwe azadkirinê re civakê jî azad bikin. Em perspektîfa Rêber Apo ya 'Yê şer dike azad dibe, yê azad dibe xweşik dibe' ji xwe re esas digirin."

'Ji bo 8'ê Adarê bibe wesîleya azadiya Rêber Apo em têkoşîna xwe bilindtir bikin'

Efrîn, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jî bang li di serî de jinên kurd, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê kir û wiha got: "Em dixwazin ev 8'ê Adarê bibe wesîleya azadiya Rêber Apo. Armanca me ya sereke jî ev e. Em dixwazin vê salî bikin sala azadiya Rêber Apo. Ji ber Rêber Apo ne tenê ji bo jinên kurd her wiha ji bo hemû jinên cîhanê ked û têkoşîn da. Rêber Apo tenê têkoşînê jî neda bi jinê re rêhevaltî kir. Ji bo jinê ji herî jêr derxe herî jor ked û têkoşînek mezin da. Ji ber vê yekê jî bi boneya 8'ê Adarê di serî de li hemû jinên li qadên têkoşînê ne û li hemû jinan pîroz dikin û ji bo azadiya Rêber Apo jî divê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji bo vê jî ez banga di her qadan de têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ez bang li jinên ku ne di nava têkoşînê de ne jî dikim ku tevlî têkoşîna şoreşê bibin dikim."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN