DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên Geverê li pey barîkatan 8’Adarê pîroz kirin

 
7 Adar
17:13 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Li keleha berxwedanê Geverê jinên Kurd li gel hemû êrîş û astengiyan hêzên dewletê li pişt barîqatan 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê bi coşek mezin pîroz kirin.

Li navçeya Geverê ya Colemergê bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA), li gel hemû êrîş û astengiyên hêzên dewleta tirk, li Parka Musa Anter a pey barîktana 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cihanê ku diyariyê Sêvê, Fatma û Pakîzeyan hate kirin, bi coşek mezin û tilîliyan hate pîroz kirin. Bi sedan jin, bi kincên xwe yên netewî ve bi coş û kelecaneke mezin herikîn qada pîrozbahiyê. Di qada şahiyê de pankarta li ser “Bi rihê berxwedana Sêvê û Ekînan em ber bi azadiyê ve dimeşin” nivîsî û posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate daleqandin. Jinan wêneyên Sakîne Cansiz, Fîgen Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2011’an de ji aliyê hêzên tarî ve li Parîsê hatin qetîlkirin û wêneyên her 3’ê jinên siyasetmedar Sêvê, Pakîze û Fatma yên ku li Sîlopiya ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetîlkirin hilgirtin. Qada pîrozbahiyê bi alên KJA’yê ve hate xemîlandin. Jinan bê navber dirûşmeyên wek “Bijî têkoşina 8’ê Adarê”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

‘Jin tevî hemû astengiyan dakevtin qadan’

Di pîrozbahiyê de bi sirûda “Ey Reqîb” ji bo kesên di têkoşina xweseriyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyekê rêz hate girtin. Pîştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Bajêr Nazîfe Evin axaftina vekirinê kir. Evîn di serî de xêrhatina girseyê kir û 8’ê Adarê li hemû jinan piroz kir. Evîn li ser giringiya 8’ê Adarê axivî û ev tişt got: “Îro jin tevî hemû astengî û êrîşên dewleta dagirker, derketin qadan û hêza jinên berxwedêr nîşanê hêzên dewleta tirk dan. Jin bi hezaran salan e ku ji aliyê hêzên dagirker ve hatine tune kirin. Dayîkên me baş dizanin jinên kurd êşên çawa kişandine. Eger îro em diherikin qadan, bi saya bedelên jinên kurd dayî ne. Bi hezaran cangorî ji bo azadiya gelê kurd canên xwe feda kirin.” Piştre nameya ku jinên kurd di girtîgehê de ji bo 8’ê Adarê nîvîsîbûn hate xwendin.

‘Heya ku jin hebin dê berxwedan ji berdewam be’

Hevşaredara Geverê Adîle Koza jî derket ser dikê û ev tişt got: “Jin li her derî bi awayek hovanê tê kuştin û tê tune kirin. Di dîrokê de jî ji ber ku mafê azadiya xwe xwestin bi hezaran jin ji hêla desthilatdaran ve di fabrîqayan de hatin şewitandin û îro jî dewleta tirk di şexsê jinê de diwxeza gelê kurd jî tune bike. Em jî dibêjin ku heya jinêk ji hebe dê jin li ber xwe bidin û serî netewînin.”

‘Bi rihê berxwedana Sakîne, Sêvê û Pakîzeyan li qadan in’

Pîştî axaftinan dengbêj Behiye û koma muzîkê ya Geverê derketin ser dikê û bi stranên xwe jinên li qadê coşandin. Piştî muzîkê Endama KJA’ê Leyla Guven jî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got ku jinên Geverê tu carî li hemberî êrîşan serî danaynin. Guven anî ziman ku jin îro ji bo azadiya xwe û rêberê xwe li qadan in û azadiyê berz dikin. Guven diyar kir ku bi rihê berxwedana Sakîne, Sêvê û Pakîzeyan li qadan in û hêza xwe nîşanê xwînxwaran didin. Pîrozbahî bi stranên hunermenda kurd Meral Tekçî gihişt asta herî jor û jinan li ber stranan govend gerandin.

(kom/sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN