DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Heta desthilatdariya zilam ji holê bê rakirin em ê têbikoşin'

 
7 Adar
16:00 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Jinên ku bi munasebeta 8'ê Adarê li gelek navendan daketin qadan diyar kirin ku ew ê girêdayî bîranîn û berxwedana jinên têkoşer derkevin û heta ku li cihanê şopên kapîtalîzm, zayendperestî, şîdet, kedxwarî, taciz û tecawiz ji holê bê rakirin têkoşîna xwe bidomînin.

DERSIM

Hevparên KJA'yê yên Dersimê bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê hatin cem hev û ji bo girtiyên jin ên li Girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê kart şandin. Li ber postaxenayê Hevseroka DBP'ê Gulseren Yildiz axivî û 8'ê Adara jinên li girtîgehan pîroz kir û got ku her çiqas ew girtî bin jî piştevaniyê didin wan û bi wan re ne.

SÊRT

Bi pêşengiya KJA'yê jinan ji bo mîtînga 8'ê Adarê ya sibehê belavok belav kirin. Jinên ku li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev li Wada Cumhuriyetê û cadeya Guresê esnaf ziyaret kirin û belavok belav kirin. Sibehê dê saet di 12.00'an de li Şanoya Amfî ya Kizlar Tepesî dê mîtîng bê lidarxistin û ji bo vê le gelek deverên bajar afîş hatin daliqandin.

MÊRDÎN

Bi pêşengiya KJA'yê li qada Newrozê ya Qoserê bername hate lidarxsitin. Parlamentera HDP'ê Gulser yildirim, rêveberên HDP û DBP'ê, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên jin û gelek jin bi cilên xwe yên neteweyî li qadê kom bûn û dirûşmên "jin jiyan azadî" berz kirin. Pankarta "Ji Ekînan heta Sêvêyan bi ruhê berxwedanê em ber bi xweserî û azadiyê ve dimeşin" a hatibû daliqandin ji aliyê polîsan ve hate rakirin.

Di bernameyê de xebatkarên Navenda Çandê ya Şehît Alî Temel stran gotin û axaftina vekirinê parlamenter Yildirim kir. Yildirim bal kişand li ser şerê qirêj ê li Kurdistanê û diyar kir ku ew çalakiyên 8'ê Adarê yên îsal diyarî jinên ku hatine qetilkirin dikin. Yildirim wiha got: "8'ê Adarê roja têkoşînê ya li dijî feraseta desthilatdar a zilam, li dijî bindestiyê ye. Têkoşîna li hemberî zaliman e. Em li her qadê xwe rêxistin bikin. Li vî axê heta ku gelê kurd azad bibe em têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku feraseta qatlîamê ji holê neyê rakirin em ê tu caran dev jî têkoşîna xwe bernedin. Em ê li dijî feraseta ku li Cizîr, Sîlopî û Sûrê bajarên me tune dikin tu caran serê xwe netewînin. Em ê her tim li dijî wan têbikoşin. Em weke jin em ê bi rengên xwe feraseta DAIŞ'ê ji axa xwe biqewirînin." Bername bi dirûşma "jin jiyan azadî" bi dawî bû.

EDENE

Endamên Tum Bel-Senê yên Şaredariya Seyhanê Odeya Endezyarên Kadastro û Nexşeyê li ber şaredariyê daxuyanî dan. Li ser navê jinan Şenel Olker axivî û diyar kir ku li her derê cihanê ev 159 sal in jin daxwazên xwe tînin ziman û têdikoşin. Olker bilêv kir ku ew parçeyekî vî têkoşînên û li hemû qadên jiyanê cudakarî, şîdet, pêkûtî û tacizê red dikin. Olker bilêv kir ku heta ku li cihanê şopên kapîtalîzm, zayendperestî, şîdet, kedxwarî, taciz û tecawiz ji holê bê rakirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Daxuyanî bi çepik û sloganan bi dawî bû.

AMED

Mala Kardelen a di bin banê Midûriyeta Jinê ya Şaredariya Rezan bi munasebeta 8'ê Adarê li Dortyolê daxuyanî da. Xebatkarên şaredariyê û xebatkarên Mala Kardelen jî di nav de gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê jinan Seval Demîrhan axivî û bal kişand li ser şîdeta li herêmê û got ku jin di qedexeyên derketina kolanan de tên şewitandin, bedenên wan bi tazî li kolanan tên teşhîrkirin.

Piştî daxuyaniyê jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin û ji Dortyolê heta cadeya Sakaryayê meşiyan. Jinan li vir ji bo mîtînga sibehê ya li Amedê belavok belav kirin.

(sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN