DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Herî zêde polîs û leşkeran li dijî jinê tundiya zayendî pêk anîye

7 Adar
14:53 2016

STENBOL (DÎHA) –Buroya Li Dijî Tacîz û Tecawiza Zayendî ya di Bin Çavan de Alîkariya Hiqûqî, der barê tacîz, tecawiz û îşkenceya zayendî ya di navbera salên 1997 û 2016'an de kir rapor û bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê ji 1997'an heta Adara 2016'an 95 jin di bin çavan de rastî tundiya zayendî hatine û 432 jin rastî tacîza zayendî hatine. Li gorî raporê 357 kesên sucdar polîs in û 109 jî leşker û cendirme nin. Di raporê de hat diyarkirin ku leşker û polîsên li Kurdistanê tev li van sûcan bune pêşiya darizandina wan hatiye girtin û hemû sucên li dijî jinê pêk hatine bi “bêceza" bûnê hatine xelatkirin.

Buroya Li Dijî Tacîz û Tecawiza Zayendî ya di Bin Çavan de Alîkariya Hiqûqî, rapora têkildarî tacîz, tecawiz û îşkenceya zayendî ya di navbera salên 1997 û 2016'an de pêk hatiye ji raşa giştî re deklere kir. Di raporêde hat diyarkirin ku dewletê li dijî jinê suc kiriye û bi vî sûcî Tirkiye gelek peymanên navneteweyî ku îmze kiriye îhlal kiriye. Buroyê di raporê de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bedena jinê bê hurmet û bê hiqûq tê tazîkirin û teşhîrkirin û wiha got: "Lê dewleta T.C., Peymana Stenbolê îmze kiriye û li gorî Xala 5'an a peymanê divê alîyên peyman îmze kiriye ji tundiya li ser jinê dûr bikevin. Li gorî peymanê divê hemû erk û rayedarên li ser navê dewletê wesîfedarin li gorî vê peymanê tev bigerin.

‘Em dê sucên ji ber dewletê pêk tên her dem teşhîr bikin'

Di raporê de hat destnîşan kir ku Tirkiye li dijî peymanên ku wê îmze kiriye tev digere û Pêşnûmeya ku Wezareta Parastina Neteweyî ya amade kiriye rê li pêş zêdebûna sucên leşkeran ên li Kurdistanê vedike. Di raporê de hat zanîn ku hemû sûcên li dijî jinê pêk hatine hemû bêcezabûnê bi encam bûne. Buroyê da zanîn ku ew dê wekî heta niha ji niha û şûnde jî sûcên ji ber dewletê pêk tên bişopîne û deşîfre bikin.

Buroyê di raporê de destnîşan kir ku di navbera 1997- 8 Mart 2016'an de li Tirkiyeyê 524, bi giştî 527 jinan serî li wan dane. Li gorî raporê

Hêjmara jinên li dervê welat serî li wan daye 35,

Jinên li girtigehên Tirkiyeyê serî li wan daye 43,

Sûcê hatiye kirin

Tecavuz: 95

Tacîza zayendî: 432

Statuya jinan

Jinên kurd: 403

Jinen tirk: 113

Jinên dervê Tirkiyê 10

Sedema binçavkirina jinan

414 ji ber sedemên siyasî

125 ji ber şer

Ji ber edlî 113

Rewşa hiqûqî ya dozan

Bi giştî dosya: 180

Dozên li DMME'ê bi encam bûn: 30

Dozên li DMME'ê tên dîtin: 13

Dozên li dadgehan didomin: 44

Dozên li Yargitayê: 14


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN