DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji Weşanxaneya Aramê pirtûkên nû

 
7 Adar
09:07 2016

ZEYNEL BULUT

AMED (DÎHA)
- Weşanxaneya Aramê ku di salên dawî de bi pirtûkên ku çap dike eleqeyeke mezin a xwendevanan dibine di demên dawî de jî 7 pirtûk çap kirin.

Yek weşanxaneya ku yerî zêde berhemên wê li Kurdistan û Tirkiyeyê tê xwendin Weşanxaneya Aramê ye. Hemû berhemên Aramê ji aliyê xwendevanan rastî eleqeyeke mezin tê. Niha jî Weşanxaneya Aramê 4 pirtûkên nû û 3 pirtûkên ku li ser daxwaza zêde cara duyemîn çap kir. Der barê naveroka berhemên ku hatin çapkirin de edîtorê Weşanxaneya Aramê Ulaş Guldîken agahî da.

* Di rojên borî de we 7 pirtûkên nû çap kirin. Em dikarin van pirtûkan bi xwendevanên xwe ve bidin nasin?

Belê ji pirtûkên ku me çap kirin 4 ji wan çapa yekemîn e û 3 ji wan jî me cara duyem çap kir. Pirtûkên ku me çap kirin evin; Pirtûka nivîskar Mehmet Aras a "Îslama Demokratîk", pirtûka "Kavramsal ve Kuramsal Olarak Sanat" a nivîskar Numan Amed, pirtûka "Dîrok Niha ye" (Nerîneke Esasî li Dîroka Kurdistanê) a Nivîskar Kasim Engîn, pirtûka "Di Siya Mirinê de Pişkivên jiyanê" ya Eqîde Tok, ev e yên nû ne. Dîsa pirtûka “Jiyana Min Her Şer Bû”, ya Sakîne Cansiz û pirtûka "Kasirga Tabûrû" ya nivîskar Mehmet Sebatli ye ku ma çap kirine.

* Em ji pirtûkên nû dest pê dikin. Berhema Îslama Demokratîk em dikarin çawa ji xwendevanan re vebêjin?

Pirtûka Îslama Demokratîk xebateke lêkolînerî ye. Ev xebateke kolektîf a ji aliyê girtiyên siyasî ve hatiye destgirtin e. Di vê berhemê de ji derketina olan bigire heta derketina ola îslamê, têkiliya ol û desthilatdariyê, serdemên Mekke û Medîneyê, têkiliyên îtîhatî-terakî, îslam û kurdan, derketina DAIŞ’ê û sedemên wê, îslameke çawa û gelek mijarên din ên girîng hatiye destgirtin. Di vê berhemê de pirsa gelo îslam demokratîk e, formên îslamê, îslama Medîneyê û şerê îro li ser navê îslamê tê kirin tê çi wateyê? derdikevin pêş. Di vê berhema lêkolînê de tiştê hatiye veşartin derdikeve holê û tê şîrovekirin.

* Li ser dîroka Kurdistanê gelek pirtûk hatin nivîsandin. Pirtûka nivîskar Kasim Engîn a Dîrok Niha ye (Nerîneke Esasî li Dîroka Kurdistanê) di kîjan çarçoveyê de hatiye destgirtin?

Pirtûka nivîskar Kasim Engîn bi giranî li ser dîroka Kurdistanê ye. Di encama lêkolîneke xurd a li ser dîrok û civakê derketiye. Bi şêwazekî cuda û bi çavên bindestan hatiye nêrîn. Pirtûk, ligel lêkolîn û şîroveyeke xurt bi nexşe û wêneyan jî hatiye xemilandin. Di warê dîtbarî de jî dîrok tê vegotin. Ji destpêka Neolotîkê bigire, serhildanên ku rû dane, mabesta desthilat û mêtîngeran heta roja me ya îro hatiye destgirtin. Bi taybetî serhildanên ku li çar parçeyên Kurdistanê rû dane û têkoşîna Tevgera Azadiyê hatiye destgirtin. Lewre di nav weşanên me de pêdivî bi berhemeke wiha girîng hebû.

* Pirtûka "Kavramsal ve Kuramsal Olarak Sanat" a nivîskar Numan Amed balê dikşîne ser xwe. Gelo ev berhem di warê çand û hunerê de perspektîfeke çawa dide?

Nivîskar Numan Amed nirxandina ewropî ya li ser hunera Rojhilata Navîn girtiye dest. Wehildanên dîzayinkirina hunerê, nerîna li hunerê û lazime huner çawa bibe bi berfirehî girtiye dest. Bi taybetî di warê muzîk, şano, sînema, çand û wêjeyê de ku bîrbiriya dixwaze civakê têxe bin bandora xwe. Ev armanckirin ji aliyê desthilatdariyê ve bi rêya hunerê çawa derbasî civakê dibe û civakê çawa bi xwe ve girê didin. Dîsa hunera populer çawa tê pêşkêşkirin hatiye destgirtin. Nerîna li ser hunerê çawa ye û ya ku rastî çawa ye, ev hemû ji aliyê nivîskar ve hatiye şîrovekirin. Em dikarin bibêjin bi giranî rexneya nerîna li hunera rojavayî ye. Em di wê baweriyê de ne ku ev berhem ji bo çand û hunera kurdî jî dê bibe çavkanî û perspektîf.

* Pirtûka Di Siya Mirinê de Pişkivên jiyanê, ya Eqîde Tok, yek pirûka kurdî ye ku we çap kiriye. Bi taybetî jî serpêhatiyên gelê Wargeha Mexmûrê hatiye destgirtin. Li ser vê berhemê hûn dikarin çi bibêjin?

Wekî we jî got ev berhemeke ku bi taybetî serpêhatiyên gelê kurd ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Wargeha Mexmûrê) girtiye dest. Nivîskar Eqîde Tok di vê berhema xwe ya ‘Di siya mirinê de pişkivên jiyanê’ de pêvajoya avakirina Wargeha Mexmûrê bi zimanekî û herikbar bi lewna herî nûjen a wêjeyê ango wekî roman amade kiriye. Nivîskar Tok bi hevokine biwêjî hin peyv û biwêjên ku di bîranînên me yên zarokatiyê de wekî xeyalên xemrî di bîrame tîne. Wargeha Mexmûrê çawa ji aliyê gelê Botanê ve hat avakirin? Gel çima mecbûr ma warê xwe biterikîne, gel çima dev ji zozanên xwe yên hênik têrav berda û xwe li çol û pesaran xist. Her çiqas pirtûk roman bibe jî lê li ser esasên rasteqîniyê hatiye avakirin.

* Pirtûka ku bi salane xwendavan li bendê bû û ez bawerim wekî surprîz jî çê bû pirtûka ‘Kasirga Tabûrû’ bû. Di derxistina vê pirtûkê de çima hûn dereng man?

Bi rastî jî wekî we jî anî ziman pirtûka Kasirga Tabûrû ya nivîskar Mehmet Sebatli bi salan bû ji me dihat xwestin. Di esasê xwe de ev çapa 3’yemîn e. Cara yekemîn beriya salên 2000’î ji Weşanên Mezopotamyayê derket, çapa 2’yemîn jî di sala 2003’yan ji Weşanxaneya Aramê derket. Piştî salên dirêj û daxwaza zêde ya xwendevanên me cara 3’yemîn e pirtûk çap kir. Ev pitûk ji 2 cîldan pêk tê û me 5 hezar çap kiriye. Li aliyê din jî pêwîstî bi berhemeke wiha hebû ku di refên pirtûkan ên Weşanxaneya Aramê de hebû.

* Ez bawerim di vê çapê de cudahî hene. Surprîzek çawa li benda xwendevana ye?

Rast e di vê pirtûka ku ji 2 cîldan pêk tê de cudahî hene. Di vê pirtûkê de beşek ji yên berê hatin çapkirin zêdetir e. Ev jî beşa “Malûm Tabûr” e ku lê hatiye zêdekirin. Nivîskar ji ber ku di çîroka çapên berê de wekî ku temam nebûye dîtiye û xwestiye berdewamiya çîrokê bîne. Di beşa ku hatiye zêdekirin de meraqa ku xwendevanan a li ser karakterên çîrokê û bûyerên qewimîne radixe ber çavan. Nivîskar wekî pirojeyekê ev gitibû dest û bi vê beşê jî em dikarin bibêjin ku projeya xwe bi dawî kir. Ango meraqa xwendevanan a di beşên din de derbas dike.

* Pirtûkeke din jî pirtûka “Jiyana Min Her Şer Bû”, cîlda 1’emîn a yek ji pêşengê PKK’ê Sakîne Cansiz e. Çima we tenê cîlda yekemîn çap kir?

Pirtûka hevala Sara ya “Jiyana Min Her Şer Bû” me cîlda 1’emîn beriya yên 2-3’yemîn çap kir. Ji ber vê yekê jî cîlda 1’emîn pir zû qediya. Xwendevanên ku cîldên 2-3’yemîn distendin ya 1’emîn jî dixwestin. Ji ber vê li ser daxaza xwendevanan me carek din cîlda 1’emîn çap kir. Lewre daxwazeke zêde hebû.

* We ew hevsenga di navber her sê cîldan de hesab kiriye yan na?

Belê me hesabê ew hevsengiha di navbera her sê cîldan de jî kiriye. Xwendevanê ku bixwazin ji niha û şûnde dikarin hersê cîldan jî bi hev re bistînin. Jixwe ji cîlda 1’mîn û heta ya 3’yemîn wekî berdewamiya hev in.

(sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN