DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji 158 jinên girtî re şar û pirtûkên xwe şandin

 
7 Adar
09:03 2016

ENQERE ( DÎHA ) – Jinan di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji 158 girtiyên jin ên ku ji ber nasnava xwe ya zayendî parastine û li hemberî tundiya zayendî derketine rastî êrîşan hatine, postaya pirtûkan û şarên xwe şandin.

Înîsiyatîfa Delî Dalgalar û Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ji jinên girtî yên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê re postaya pirtûkan şandin. Pirtûkên ku ji sala 2008’an heya niha ji aliyê Înîsiyatîfa Delî Dalgalar tê amadekirin, îsal ji aliyê Komîsyona Jinan a ÎHD’ê, akademîsyen, parêzer û xwendekaran ve hate amadekirin. Di hemû amadekariyên vê xebatê de tenê jin xebitîn û pirtûk jî ji pirtûkxaneyên jinan ve hatin berhevkirin.

Ji 158 girtiyên jin re postaya pirtûkan

Jinan, nîşeyên ku nivîsînê û şarên xwe jî xistin nav pirtûkana û ji jinên girtî re şandin. Ji 158 girtiyên jin ên li girtîgehên cûda yên Kurdistan û Tirkiyeyê re pirtûk hate şandin û her wiha ji bo Çîlem Dogan û Emîne Yildirim ên ku bi parastina cewherî li hemberî tundiya zayendî xwe parastibûn jî nameya hevpar a jinan û postaya pirtûkan hate şandin.

‘Em xwedî li sekna parastina cewherî derdikevin’

Ji Înîsiyatîfa Delî Dalgalarê Sevînç Koçak der barê vê kampanyayê de axivî û anî ziman ku weke her sal îsal jî bi keda hevpar a jinan postaya pirtûkan hatiye amadekirin. Koçak der barê xebata îsal de wiha axivî: “Du cûdahiyên postayên îsal hebûn. Ya yekem ew e ku hemû jin şarên xwe li gel pirtûkan şandin. Me xwest ev bibe qeyda di navbera jinên girtî û jinên devre. Ya duyem jî, me ji Çîlem Dogan û Emîne Yildirim re name nivîsî û postaya pirtûkan şand. Bi vê yekê re me xwest em nîşan bidin ku em li sekna parastina cewherî xwedî derdikevin. Em xwedî li hemû hevalên xwe derdikevin ku li hemberî tundiya zilam û desthilatdariyê serî rakirine û rastî tundiyê hatine.”

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN