'Min jiyana ku dewletê li min ferz kir qebûl nekir'
ÎDRÎS SAYILGAN
WAN (DÎHA) – Jina bi navê Miyaser Aslan a ku li Wanê dijî dema 17 sal berê hevserê wê hate girtin venegeriya “mala bavê” û bi hêza xwe ya cewherî jiyana xwe domand. Aslan li gel debara malê dikir di nav xebatên meclîsa taxê û KJA’yê de jî cihê xwe girt û bi van gotinan têkoşîna xwe ya jiyanê anî ziman: “Min jiyana ku dewletê li ser Kurdan û jinê ferz dikir tu carî qebûl nekir.”
Jiyana jina bi navê Miyaser Aslan a kul i taxa Kurubaş a navçeya Artemêtan a Wanê dijî, mînakeke xurt a têkoşîna jinê ye îspat dike jin hem dikare debara xwe bike hem jî têkoşîna civakî û zayendî bimeşîne. Jiyana Aslan, dema hevserê wê Aydin Aslan di sala 1999’an de ji ber sedemên siyasî hate girtin û rastî cezaya 36 salan hat, bi her awayî guherî.
Ne çû mala bavê xwe ne jî mala xwezûrê xwe
Aslan, piştî ku hevserê wê hate girtin, bi du zarokên xwe re tena serê xwe ma. Aslan, pêşniyarên malbata xwe û malbata hevserê xwe ku li malên wan bimîne qebûl nekir û di maleke biçûk de jiyana xwe domand. Aslan bi salan berhemên destan firot, çû paqijiya malan û bi vî rengî hem zarokên xwe mezin kir hem jî pêdiviyên hevserê xwe çareser kir. Aslan, bi xebatên xwe yên di nav meclîsa taxê û Kongreya Jinên Azad (KJA) de jî tevlî xebatên civakî û têkoşîna jinê jî bû.
‘Min tu car hêviyên xwe wenda nekir’
Aslan anî ziman ku ji bo muhtacî tu kesî nebe, di nav hemû bêderfetiyan de jî tu car reşbîn nebûye û guh nedaye nêrînên derdor ên neyînî jî. Aslan got k udi salên destpêkê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye lê tu car dest ji têkoşînê bernedaye. Aslan wiha axivî: “Dem hebû ku loqek nanê me tunebû. Êzing tunebû ku em bişewitînin. Lê min tu carî dest ji têkoşîna berneda û hêviyên xwe jî wenda nekir.”
‘Hevserê min girtin lê min dest bi xebatê kir’
Aslan da zanîn ku di nav demê de ji hevserê xwe yê li girtîgehê û tevgera siyasî ya Kurd jî piştgiriyê girtiye û têkoşîna xwe ya civakî jî bi van gotinan anî ziman: “Piştî ku hevserê min hate girtin, min di nav xebatên partiyê de cih girt. Ez bûm şopdarê doza wî jî. Nikarin me bi girtinan xilas bikin. Hevserê min girtin lê min dest bi xebatê kir.
‘Min jiyana ku dewlet ferz dike qebûl nekir’
Aslan di gelek çalakiyên civakî de jî cih digire û di pêvajoya berxwedana Kobanê de jî li sînor tevlî çalakiya nobetê dibe. Aslan niha jî li taxa xwe di nav xebatên meclîsê de cihê xwe girtiye û di heman demê de di nav xebatên KJA’yê de ye. Aslan li hemberî feraseta desthilatdar, têkoşîna xwe bi van gotinan vegot: “Min tu carî jiyana ku dewletê li kurdan û li jinê ferz kiriye, qebûl nekir.”
Mala xwe jî bi destên xwe ve lê kir
Aslan her wiha piştî erdhêja Wanê, bi derfetên xwe yên kêm, dest bi lêkirina malekê dike. Aslan da zanîn ku di avakirina malê de jî bi her awayî xebitiye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dema mal lê dikirin ez li ber destê hostayan xebitîm. Mîn çîmento çêkir, prîket û qûm kişand. Heya mal xilas bû weke karkerek xebitîm.”
(sy)