DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Dîlan bi eşqa qerîla şewitîbû’

 
7 Adar
09:02 2016

WAN (DÎHA) – Dîlan Çoban (Rûken Hêlîn) a ku ji berxwedana Kobanê bi bandor bû û tevlî şoreşê bû di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest da. Dayik Ayşe Çoban da zanîn ku keça wê her tim ji bo Kobanê li pey çalakiyan bû û got “Dîlan bi eşqa gerîla şewitîbû.”

Bi sedan keç û xort, di nav salên borî de ji bo li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tevlî şerê rûmetê ya mirovahiyê bibin tevlî şoreşa Rojava bûn û jiyana xwe ji dest dan. Yek ji wan kesan jî jina ciwan a bi navê Dîlan Çoban (Rûken Hêlîn) e ku di 17’ê Sibatê de di parastina Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest da. Dîlan di sala 1996’an de li Wanê ji dayik bû û di 19 saliya xwe de tevlî Yekineyên Parastina Jin (YPJ) bû. Dîlan herî zêde jî ji xaltika xwe Têkoşîn Dersim a ku tevlî gerîlla bûye û ji berxwedana Kobanê bi bandor bû û tevlî refên şoreşê bû. Diya Dîlan, Ayşe Çoban jî anî ziman ku keça wê li pey eşqa xwe çûye û tu carî dest ji vê eşqê bernedaye.

‘Bi hezkirineke mezin li gerîlla temaşe dikir’

Dayik Çoban, hezkirina Dîlan a gerîlla bi gotinên “Dîlan, jinekê wisa bû ku bi eşqa gerîlla şewitîbû. Wê wêneyê her gerîllayek dikir album û her tim bi heyranî li wan temaşe dikir.” Dayik Çoban anî ziman ku Dîlan ji berxwedana Kobanê ya li hemberî hewldanên dagirkirinê ya çeteyên DAIŞ’ê bi bandor bûye û di pêvajoya çalakiyên Kobanê de jî li taxê gelek çalakiyan li dar xistiye.


‘Dîlan roja ku dê bîçuya pir bi coş bû’


‘Nebûna wê giran be jî em pê serbilind in’

Dayik Çoban got ku roja ku dê Dîlan biçûya gelek bi kêfxweş û bi coş bûye û wê rojê bi hev re çûne dawetekî û govend gerandine. Dayik Çoban da zanîn ku wê rojê Dîlanê ji wan re gotiye dê biçe ba keçxaltiya xwe û wê rojê li gel keçxaltiya xwe Selma tevlî şoreşê bûne. Dayik Çoban bi gotinên “Her çiqas nebûna wê ji me re giran be jî em her tim pê serbilind in.”


‘Mirin jî hebûya li hemberî neheqiyê li ber xwe dida’

Xatiya Dîlan, Nafiye Erdem jî bilêvkir ku Dîlan li hemberî zilm û neheqiyên li ser gelê Kurd her tim bihistyar bûye û tu carî tehemulî neheqiye nekiriye. Erdem diyar kir ku Dîlan ne tenê bi neheqiyên li ser Kurdan bi hemû neheqiyan êşiyaye û got “Di dawiyê de mirin jî hebûya neheqî û qedexeyan qebûl nedikir û li ber xwe dida.”

‘Berxwedana Kobanê li ser wê pir bandor kir’

Xwişka Dîlan, Revşan Çoban jî destnîşan kir ku Dîlan li ber kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane gelek bihistyar bûye û bi taybet berxwedana Kobanê li ser wê pir bandor kiriye. Çoban anî ziman ku ev bihistyarî bûye sedem ku Dîlan tevlî YPJ’ê bibe û got ew jî ji ber giyana berxwedêr a xwişka xwe serbilind e.

(sy)








ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN