DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji jinan peyama 'em ê li dijî împaratoriya tirsê kolanan neterikînin'

 
5 Adar
15:02 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê di çalakî û bernameyên hatin lidarxistin de jinan bi biryarbûna xurtkirina têkoşîna azadiya jinên anîn ziman û peyama "Em ê li dijî împaratoriya tirsê ya ku tê xwestin bê avakirin li kolanan binin, kolanan neterikînin. Em jiyana ku desthilatdar li ser me ferz dikin red dikin" dan

RIHA

Li Rihayê û navçeyan bi munasebeta 8'ê Adarê bi pêşengiya KJA'yê gelek çalakî hatin lidarxistin. Li navenda Rihayê parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan, Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol û gelek jin li Parka Alî Şellî kom bûn û xwestin bimeşin. Polîsan bi henceta ku destura walîtiyê tuneye meş astengkirin. Li ser vê yekê jinan meşekî bêdegn li darxistin û hatin ber Navenda KAr a Ahmet Bahçivan. Li vir jinan bi def û erbaneyan govend gerandin û dirûşmên "jin jiyan azadî" berz kirin.

Seroka Komeleya Mala Jiyanê ya Jinê ya Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê ew ê bi jinên ku di derketina qadan de bi israr in re li qadan bin. Şengul wiha got: "Em ê li dijî împaratoriya tirsê ya ku tê xwestin bê avakirin li kolanan binin, kolanan neterikînin. Em jiyana ku desthilatdar li ser me ferz dikin red dikin."

Parlamenter Dîlek Ocalan jî li dijî astengkirina meşê nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Ez dixwazim bibêjim ku sedsala 21'emîn dê bibe sedsala jinan. Divê sedsalê de em ê bi rêbertiya azad re ber bi pêşerojên azad ve bimeşin."

WAN

Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê bi munasebeta 8'ê Adarê amadekariya vekirina pêşangehê dikin. Pêşangeha ku naveroka wê "8'ê Adarê" ye dê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê yi Mala Mamosteyan a Şîşliyê bê vekirin. Xwendekara Zanîngeha Yuzuncuyilê Sînem Ertan diyar kir ku armanca wan ew e ku li hemberî şîdeta li dijî jinan bihistiyariyê ava bikin û nirxandina "parazvanên ku dewlet dide kêm e" kir. Ertan da zanîn ku di projeyê de 20 xwendekarên jin cih digirin armanca wan jî ew e ku jinan bi her awayî vebêjin.

EDENE

Jinên endamê Komeleya Piştevaniyê ya Elewiyên Ereb (AKA-DER) di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de li avahiya komeleyê taştê dan. Jinên ku li vir axivîn bal kişandin li ser qatlîamên ku AKP li Kurdistanê pêk tîne û diyar kir ku divê piştevaniyê bidin jinên Kurdistanê. Rêvebera AKA-DER'ê Ferîde Işil Peynîrcî jî di axaftina xwe de got ku di salên 1400'an de ji desa Yavuz Sultan Selîm heta niha elewî ji aliyê îxtidarê ve hatin qetilkirin û niha jî heman qatlîaman bi gelê kurd didin jiyandin. Peynîrcî bilêv kir ku ji bo ku pêşiya qatlîamên li Kurdistanê bigirin divê jinên ereb ên nusayrî piştevaniyê bidin gelê kurd û deng bidin berxwedana wan.

SÊRT

Şaredariya Sêrtê bi munasebeta 8'ê Adarê kovara bi navê "Bijî 8'ê Adarê Roja Jinan a Têkoşîn û Piştevaniyê" derixstin. Di kovarê de newekheviya zayendî, şer, şîdeta li hemberî jinan, betalî û hwd. şîrove, hevpeyvîn û nûçe hatin amedakirin. Di kovarê de ji bo jinên êzidî yên ku ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyane û hatine Sêrtê bernameyên ku hatine kirin jî cin digire. Herwiha xebatên Navenda Piştevaniya Jinê ya Berfînê jî tên vegotin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN