DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Bêtehamuliya li hemberî rengên kesk, sor û zer

 
5 Adar
10:59 2016

WAN (DÎHA) - Jinên wanî qada mîtînga 8'ê Adarê ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag jî beşdar bibe tije kirin. Polîsan rengê kesk, sor û zer yên ku jinan xwestin têxin qadê desteser kirin.

Jinên wanî, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yusekdag li Parka Musa Anter mîtîng pêk anîn. Ji serê sibê de jin bi cil û bergên xwe yên herêmî ve daketin qada mîtigê û qad tije kirin. Polîsan li 5 nokteyên cuda lêgerîn dikin. Jinên ku derbasî qadê dibin di nokteyên lêgerînê re derbas dibin. Li nokteyên kontrolê polîsên ku lêgerînê dikin, pankart, dowîz û flamayên rengê kesk, sor û zer desteser kirin. Jinên ku qada mîtîngê tije kirin, bi newayên gerilla govendê digerînin. Polisan bi gotina "Çi eleqeya gerîla bi jinan heye" xwest govenda jinan asteng bike. Lê jin bi coşek mezin govenda xwe digerînin. Li aliyê din polîsan çend pankartên ku der barê 8'ê Adarê de hatibûn amadekirin jî desteser kirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN