'Daraz mêr diparêze'
ENQERE (DÎHA) - Komîsyona Jinê ya Şaxa ÎHD'a Enqereyê panela "Dema dewlet tundiyê pêş dixe, jin berxwedanê xurt dikin" pêk anî. Panelîstan di panelê de diyar kir ku daraz zayendîparêz e.
Komîsyona Jinê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê, li Navenda Giştî ya Tum Bel-Senê panela "Dema dewlet tundiyê pêş dixe, jin berxwedanê xurt dikin" pêk anî. Di panelê de ji Parêzerên ÎHD'ê Saliha Şahin, Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş, Wekîla CHP'ê Melda Onur, ji Wakfa Piştevaniya Canan Dumrul, Etîtora Bianetê Çiçek Tahaoglu û Komeleya Jiyana Pembe Gani-met wekî panelîst amade bûn. Parêzer Canan Dumrul, zimanê darazê rexne kir û diyar kir ku li Tirkiyeyê zimanê darazê zimanekî zayendîparêz e. Dumrul, da zanîn ku dema daraz biryarê dide mêr esas digire û mafê jinê nayê parastin.
Wekîla HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî da zanîn ku qada darazê wekî kes li jinê nanere û wekî malbatê li jinê dinere. Beştaş, anî ziman ku ji ber hikûmet wekî kes li jine nanere Wezareta Jinê rakir û wezareta Malbatê ava kir.
WEkîla CHP'ê Melda Onur jî destnîşan kir ku AKP bi riya ol û muhafazakariyê hişekî ava dike û wiha got: "Hikûmet bi polîtîkayên 3 zarokan, sezeryan û kurtajê jinan dixe bin tundî û bandora xwe."
(mae)