DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li Aram Tîgran kursên hunerê

 
2 Adar
09:06 2016

AMED (DÎHA) - Navenda Konservatûara Aram Tîgran a Amedê ji bo serdemek nû dest bi kursên hunerî dike. Serlêdana qeydên kursan ji 25’ê sibatê dest pê kir û dê heta 25’ê adarê berdewam bike.

Navenda Konservatûara Aram Tîgran a Amedê dest bi serdema nû dike. Serlêdana qeydên kursan ji 25’ê sibatê dest pê kir û dê heta 25’ê adarê berdewam bike. Ev kursên ku dê dest pê bike wê wekî du astan bê dîtin. Asta yekemîn 4 meh û asta duyem jî dê 4 mehan bê dîtin. Der barê kursên ku dê bê dayîn de xebatkara Konsarvatûara Aram Tîgran û berpirsyara kursan Dîlan Alacabey agahî da.

Alacabey destnîşan kir ku dê di navbera 25’ê sibatê û 25’ê adarê de qeydên serlêdanên kursên muzîk, wêne û fotografê bigirin. Alacabey da zanîn ku ji bo serlêdanê sînorê temenê şagirtan tune lê lazim e ku xwendin û nivîsandina wan hebe. Alacabey diyar kir ku dê wekî du astên ku ji 4 mehan pêk tên perwerdeya kursan bidin û wiha got: “Dê kursên me bi giştî 8 mehan berdewam bikin. Piştî ku kursên me bi dawî bûn dê belgeyên serkeftinê ji bo şagirtan bên dayîn. Di heman demê de ji şagirtên me hunera xwe pêşkêş bikin dê ji bo wan derfet bên dayîn. Dema şagirtên me bi serkeftî perwerdeya xwe bi dawî kirin û belgeyên xwe wergirtin dikarin di saziyên me de xebatên xwe yên hunerî bimeşînin.”

Alacabey diyar kir ku serlêdanên ku herî zêde tên kirin ji bo tembûr, gîtar û kemanê ye. Alacabey der barê enstrûmanên ku şagirt pê perwerdeyê bibînin jî got ku şagirt bi xwe enstrûmanên xwe tînin lê dema yên nizanibin û nikaribin bistînin jî ew ji bo wan dibin alîkar.

(zb/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN