DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Galaya lîstika ‘Lênûska bîranînên dînekî’ hate kirin

 
27 Sibat
09:42 2016

ÊLIH (DÎHA) – Li Êlihê lîstika bi navê “Lênûska bîranînên dînekî” ya ku ji aliyê derhener Miheme Porgebol û bi alîkariya Şanoya Araf bi kurdî hate amadekirin, galaya ewil ji temaşevanan re hate pêşandan.

Li Êlihê lîstika bi navê “Lênûska bîranînên dînekî” ya nivîskarê navdar Gogol ê Rûsî ji aliyê şanoger Miheme Porgebol derheneriya wê hate kirin û lîstik bi kurdî hate amadekirin. Lîstika ku naveroka wê li ser karmendêkî dewletê yê û evîndarê keçek burjuva dibe û jiyana dînekî vedibêje, li Şanoya Araf hate amadekirin. Şanoya ji lîstîkvanekî pêk tê, ji aliyê lîstîkvan Tuncay Ozel ve hate lîstin. Promeriya lîstîkê li Salona Şanoya Araf hate pêşandan û gelek temaşevan bûn mêvanê lîstikê. Lîstika ku saetek û nîv didome bi baldarî ji aliyê temaşevanan ve hate temaşekirin.

Ligel ku karekterê lîstîkê ji yek kesî jî pêk tê bi performansek serkeftî hate lîstin û di lîstikê de kêliyên xemgîn û biken jî hatin nîşandan. Piştî lîstik bi dawî bû ekîba lîstikê derket pêşberî temaşevanan û behsa lîstikê kirin û rexneyên temaşevanan guhdar kirin.

‘Berxwedana ciwanên kurd îlhama şanoya me ye’

Derhenerê lîstikê Miheme Porgebol têkildarî lîstikê bal kişand ser naveroka lîstikê. Porgebol destnîşan kir ku tişta niha dewlet dixwaze li qadên xweser pêk bîne dînitiyek hovane pêk tîne û got ku wan jî xwestiye civak û mirova çawa di nav derdora dewlet û brokrasiyê de dîn dibe derbixin ser dikê. Porgebol anî ziman ku şanoya wan deyndarê têkoşîn û berxwedana gelê kurd e û got ku têkoşîn û berxwedana ciwanên kurd niha li ber xwe didin çavkaniya îlhama şanoya wan e û dê li hember siyaseta qirêj şanoyan amade bikin. Porgebol da zanîn ku lîstik li hember desthilatdarî, dewlet, kapîtalîzm û emperyalîzmê ye û got ku ew hedef dikin ku lîstîkê li gelek deveran bidin pêşandan.

(bg/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN