DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Hejmara nû ya Roza derket

25 Sibat
09:24 2016

ENQERE (DÎHA) - Hejmara 9'emîn a kovara Roja ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Enqereyê ve tê amadekirin derket. Di vê hejmarê de kovar bi taybet têkiliya jin û hunerê dikole.

Hejmara Roja ku berhema kollektîf a xwendekarên Fakulteya Erdnigarî, Dîrok û Ziman a Zanîngeha Enqereyê ye, bi hejmara 9'emîn derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara ku wek beşên çand, huner û wêjeyê hatiye amadekirin, di vê hejmarê de hevpeyvîna bi girtiyê siyasî yê bi navê Îlhamî Çinar re digihîne derve. Di kovarê de her wiha helbestên gerîlayan jî cih girtiye.

Di vê hejmarê de car din nivîsên Kurdî yên têkîldarî wêje û hunerê jî hene û bi taybet di beşa Jin û Huner de, têkiliya jin û hunerê tê kolandin. Di kovarê de her wiha xêzkişanên Berîtan Can jî hene.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN