DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji hunermend Xalit Tarî albuma 'Sar'

 
24 Sibat
09:09 2016

ZEYNEL BULUT

AMED (DÎHA)
- Hunermendê kurd Xalît Tarî yê ku albuma xwe ya bi navê "Sar" derxist diyar kir ku di encama xebetake demdirêje de ev album derxistiye û ew wekî her welatparêzekî kurd wî jî li hemberî polîtîkayên pişaftinê di warê hunerî de xebatê bike.

Li ser vê axa qedîm a Kurdistanê gelê kurd her tim rastî êrîşê hêzên dagirker hatine û bi polîtîkayên pişaftinê hatiye xwestin ku gelê kurd ji ziman, çand û henera wî qut bike. Gelê kurd li hemberî van polîtîkayên siyasî û pişaftinê bi salan têkoşiyaye. Di warê ziman, çand û hunerê têkoşînek mezin hatiye dayîn. Gelek hunermendên kurd jî bi stranên xwe ev têkoşîn vegotine. Yek ji van hunermendane jî Xalit Tarî ye. Hunermend Tarî ji feyza ku ji bavê xwe yê Dengbêj Mihemed digire û bi hişmendiya xwe ya kurdewar dest bi xebatên muzîkê dike. Tarî diyar kir ku wekî her welatparêzekî kurd wî jî li hemberî polîtîkayên pişaftinê yê dewleta tirk xwest di warê hunerî de xebatê bike.

'Ji bo nifşên nû min xwest xebatekî bikim'

Hunermend Tarî der barê xebatên xwe de ev tişt anî ziman: “Ez ji dengbêjiya bavê xwe bibandor bûm. Ligel ku bavê min naxwaze bi nasnameya xwe ya dengbêjiyê bê nasîn jî. Dîsa bandora Apê min ku li Ewropayê dijî û ji bo min albumên hunermendên kurd ên ku ji min re dişand li ser min çê bû. Li aliyê din rewşa gelê me ku li hemberî polîtîkayên dewletê têdikoşe min ber bi xebateke vî rengî ve dehf da. Min jî xwest bi zimanekî zelal ê gelê xwe di warê muzîkê de ji bo nifşên nû vê xebatê bikim û ragihînim.”

Tarî destnîşan kir ku wî ji 2003 heta sala 2009’an bi awayekî amatorî bi muzîkê re eleqedar bûye û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Min bi salan bi awayekî amatorî xebatên muzîkê kir. Bi salan xebatên min çê bû. Herî dawî jî di encama xebateke dirêj de di serê sibata 2016’an de albuma min ya bi navê Sar ji şîrketa muzîkê ya Ahankê derket.”

Şêwazê muzîka min nûjen e'


Hunermend Tarî da zanîn ku ew ne tenê helbest û gotinên stranan dinivîse û dike stran di heman demê de jî li estrûmanê muzîkê yên wekî tembûr û gîtarê jî dixe. Tarî got ku niha ew di muzîka stranê xwe de bi giranî gîtarê bi kar tîne. Tarî şêwazê muzîka xwe jî wekî şêwazekî nûjen bi nav kir.
Xalit Tarî bi vê albuma xwe ya"Sar" gava yekemîn e ku di muzîka kurdî de diavêje. Ev xebata hunermend bi şêwazê xwe di muzîka kurdî de geşedaneke xweser e. Stranên hunermend yên wekî; Gewrê, Xorto, Li Hemana, Berxik , Zalim û Stêra jî her yek bi çîrokeke xwe ya taybet heye.
Hunermend Tarî dazanîn ku niha jî xebatên wî yên ji bo albuma duyemîn jî hene. Stranên albuma Xalit Tarî muzîkhez kirarin li ser van lîngên

Berhemên albuma “Sar” ya hunermend Xalit Tarî wiha ne:
1-Gewrê
Gotin û Muzîk : Xalit Tarî
2-Berxik
Gotin û Muzîk: Xalit Tarî
3-Seş Rez Gazin
Gotin:Arjen Arî – Muzîk: Xalit Tarî
4-Newal
Gotin:Arjen Arî – Muzîk : Xalit Tarî
5-Zalim
Gotin û Muzîk: Xalit Tarî
6-Li Hemana
Gotin û Muzîk: Xalit Tarî
7-Stêra
Gotin û Muzîk: Xalit Tarî
8-Xorto
Gotin û Muzîk: Xalit Tarî


Xalit Tarî kî ye?

Hunermend Xalit Tarî di sala 1981’an de li gundê Girmelêvê yê Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Gundê wan li bakurê Qoserê dikeve û gundekî çiyaye. Zarokariya hunermend Tarî li gund derbas dibe. Li gundê ku jê ji dayik dibe gelekî hezdike û bi xwezayê ve jî gelekî girêdayî ye. Tarî heta salên 1993-94’an li gundê Girmelêvê dijî. Malbata Tarî jî wekî bi hezaran malbatên welatparêz rastî zextên dewletê tê û jiber zextên dewletê koçî Stenbolê dikin û di salên 2000’î de carek din vedigere Qoserê. Hunermend Tarî dibêje; ‘Ez ji xwezaya Kurdistanê gelekî hez dikim’ û wekî her kurdekî jiyanek mutewazî dijî.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN