DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Sendîkavan: Giştînameya Davutoglu giştînameya şer e

 
23 Sibat
09:00 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Sendîkavan, têkildarî giştînameya Serokwezîr Ahmet Davûtoglu ya bi sernavê "Derbarê Xebatkarê Cemaweriyê yên gefan li Hebûn û Rêxistinên Ewlehiya Neteweyî dixwe de" diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê bi tundî û zextan dixwaze civakê têxe bin kontrola xwe. Sendîkavanan, anîn ziman ku ev giştîname êrîşî mafên keda karker û kedkaran dike û xwestin li hemberî van êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin.

Hikûmeta AKP'ê ji bo tundî û zextên li ser muxalefeta civakî rewa bide nîşandan û kirasekî li vê zextê bike, hefteya borî giştînameyek weşand. AKP'ê bi vê giştînameyê kedkarên cemaweriyê kir hedef. Giştînameya bi îmzeya Serokwezîr Ahmet Davutoglu hat weşandin çarşema borî di rojnameya fermî de hat weşandin. Giştîname bi sernavê "Derbarê Xebatkarê Cemaweriyê yên gefan li Hebûn û Rêxistinên Ewlehiya Neteweyî dixwe de" hat weşandin. AKP dê bi vê giştînameyê karibe bi hêsanî der barê endam û rêveberên Partiyên siyasî, sendîkavan de doz vekin û pêkanînan bikin.

'Em dê heman tiştî bidomînin'

Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu, diyar kir ku ev giştîname ji feraseta demokrasiyê dûr e ji darbeya12'e Îlonê kûrtir e. Mutlu, anî ziman ku ev giştîname li dijî peymana navneteweyî ya mafê "rêxistinbûn û aşkerekirina fikrêye."

Mutlu, anî ziman ku ger tundiyê ava neke hemû kes dikare fikrên xwe bêjin û xwediyê azadiya fikrê ne. Mutlu, da zanîn ku dixwazin her kesî bi tirs u gefan bîne rê, lê nikare vê yekê pêk bîne û wiha got: "Îxtîdar îro dixwaze her tiştê li dijî fikr û daxwazên wê wekî teror bi nav bike û şer dide destpêkirin. Em heta niha çawa dixebitîn, em dê dîsa bi heman şiklî bixebitin."

'Giştînameya êrîşê ye'

Sekreterê Giştî yê KESK'ê Hasan Toprak jî anî ziman ku AKP her dem dibêje ew mexdûrên 28'ê Sibatê ne û wiha got: "Lê niha ev giştîname li gorî feraseta 28'ê Sibatê ye. Daxuyaniyek jî dibe sedem ku der barê wan de dozê vekin. Ev giştîname li pêş kedkar û karkerên ku li mafên xwe digerin asteng e. Ev giştîname, li dijî vîna gel e. Dixwaze kesên li mafê xwe digere wekî "terorizm" bi nav bike."

'Dixwaze tune bike'

Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Edeneyê Ahmet Karagoz jî bertek nîşanî giştînameyê da û wiha got: "Îxtîdara sîyasî dixwaze hemû kesên li dijî wê difikire û fikrên wan esas nake perçe bike û tune bike. Dixwaze hemû kesên dijberî xwe di bin tundiyê de biçewsîne. Dixwaze kesên li mafê xwe digere jî wekî "Rêxistina terorê" bi nav bikin. Hemû kesên wekî wê nafikirin wekî dijmin bi nav dike û dixwaze tune bike."

'Dê rojekê hesab bide'

Serokê Şaxa DİSK Genel-Îşê Kemal Goksoy jî destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê 13 salin li ser îxtîdarê ye û sal bi sal împaratoriya xwe mezin dike. Goksoy, da zanîn ku tiştê nayê hesabê AKP'ê wekî terorîst û sucdar bi nav dike û tawanbar dike. Goksoy, bilêv kir ku dê rojekê AKP hesabê vê yekê bide.

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN