Bi pêşengiya jinan ber bi Cerattepeyê meş dest pê kir
ARTVÎN (DÎHA) - Bi hezaran welatiyên ku li ber konê berxwedanê ya li navenda Artvînê hate danîn kom bûn bi pêşengiya jinên ku belgeya "Ev înşeat qanûnî nîne" hilgirtin ber bi Cerattepeyê meş dest pê kir.
Welatiyên ku duh ji derveyî bajar hatin lê negirtin Artvînê, îro bi riyên cuda bi wesayîtên xwe yên şexsî ve ketin Artvînê. Piştî civîna dawî ya hate kirin de jinan biryar girtin bi belgeya Midûriyeta Herêma ya Daristanê ya Artvînê ya "Ev înşeat neqanûnî ye" ve dê bimeşin. Bi hezaran welatiyên ku îro li ber konê berxwedanê ya li navenda bajar hate vekirin kom bûn li ser cadeya Halkevî ber bi Cerattepeyê dest bi meşê kirin.
Dema ku jin li ber Avahiya Walîtiyê derbas dibûn bang li Waliyê Artvînê Kemal Cîrît kirin û xwestin îstîfa bike, polîsan jî bi TOMA û wesayîtên zirxî ve rê girtin.
(sa)