DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Saeta destpêka kar xuya ye ya dawîbûnê ne xuya ye

 
18 Sibat
09:04 2016

MERSÎN (DÎHA) - Li hala Mersînê saetên destpêka kar zelal e lê saetê dawîbûna kar ne diyar e. Jinên ku li vir dixebitin kengê kar biqede wê demê diçin mal û ji mafên bingehîn ên karkeriyê jî bêpar in.

Jinên ku afirînerê jiyana aborî ne û bi kedeke mezin tevlî qada aboriyê dibin her tim keda wan ji nedîtî ve tê dîtin û ji mafên bingehîn ên xebatê jî bêpar têne hiştin. Jinên ku li hala Mersînê bi heqdestê rojane karê paketkirinê dikin jî yek jî mînakên herî xuya ya vê rastiyê ye.

Li halê, saeta destpêkirina xebatê ji bo jinên kedkar xuya ye lê belê saeta derketina ji kar ne xuya ye. Jinên ku mîsogeriya wan a civakî tune ye diyar kirin ku ji bilî cihê kar li mal jî barê mezin dikeve ser milên wan û dem nabînin ku bêhna xwe jî vedin.

Carina heya saetên sibê jî kar dikin

Jina bi navê Îpek Turkmen da zanîn ku 13 sal in li halê dixebite, saeta destpêkirina kar 06.00 e lê belê saeta derketina ji kar nizanin çend e. Turkmen anî ziman ku carina heya saet 21.00'an jî dixebitin û eger kar xilas nebe pir caran heya saetên sibê jî dixebitin. Turkmen wiha axivî: "Ku kar xilas bibe tu dikarî biçî. Tu nikarî bêjî saeta xebatê temam bûye de ez biçim."

Jina bi navê Songul Koç jî bilêvkir ku ew zarokê xwe yê 3 salî li mal dihêle û tê kar û ji ber karê paketkirinê dikin pişta wan û milên wan pir diêşê.

Yek ji jinên kedkar Saniye Bagci jî anî ziman ku ne tenê li kar li malê jî bêrawestan dixebitin û hîç dem nabînin ku bêhna xwe vedin.

'Ne mimkûn e ku em nexweş nekevin'

Gulîstan Dogan yek ji wan jinan e ku bi salan e li halê dixebite. Dogan da zanîn ku 37 sal in vî karê dike û wiha axivî: "Di vê hewa sar de em li erdê rûdinên. Ji xwe mîsogeriya me ya tenduristiyê jî tune ye. Ne mimkûn e ku em di nav van şert û mercan de nexweş nekevin."

Gulcan Eren jî ev 20 sal in vî karî dike û anî ziman ku ew bi heqdestê rojane, bêyî sîgorta kar dike. Eren jî destnîşan kir ku şert û mercên karê wan ne li gorî jinan e.

'Heqdestê me têrî nake'

Şemsa Huseyînoglu jî diyar kir ku saetên wan ên xebatê pir dirêj e û ew nikarin zû bi zû destûrê jî wergirin. Huseyînoglu da zanîn ku dayika 5 zarokan e û wiha berdewam kir: "Hem mal hem jî kar pir zor e. Zarokên min dixwînin. Ez dema li vir im ew li malê li xwe dinêrin. Heqdestê min têrî min nake. Ji ber ku debara malê ez dikim."

(sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN