YE: Dest ji topbaranê berdin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Nûnera Bilind a Polîtikayên Derve û Ewlehiyê ya YE'yê Federîca Mogherînî bang li Tirkiyeyê kir ku dest ji topbarana li dijî YPG'ê berde.
Li gorî nûçeya Assocîated Press, Nûnera Bilind a Polîtikayên Derve û Ewlehiyê ya YE'yê Federîca Mogherînî bang li Tirkiyeyê kir ku dest ji topbarana li dijî YPG'ê berde. Mogherînî di daxuyaniya xwe ya îro de got "Ji vir û çend roj berê Tirkiye jî di nav de em hemû li dora maseyekî rûniştin û me biryar da ku em ji bo tundiyê rawestînin gav bavêjin."
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê ku Serokê Demê yê Yekîtiya Ewrapoyê ye, Bert Koenders jî got ku "Me ji bo ku şiddet raweste planek çêkir û ez bawer im divê herkes li gor vê tevbigere."
(sy)