DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Têkoşîna kedkarên tenduristiyê dê bi rengekî din bidome

 
12 Sibat
15:59 2016

AMED (DÎHA) - Platforma Kedkarên Tenduristiyê ya Amedê ku 51 rojin li dijî dorpêça Sûrê û êrîşên li ser Kurdistanê nobetê digirin, diyar kirin ku ew çalakiya nobetê bi dawî dikin, lê dê têkoşîna wan berdewam bike.

Platforma Kedkarên Tenduristiyê, bi boneya dorpêç û êrîşa li ser Sûrê bi dawî bibe û êrîşên li ser Kurdistanê şermezar bikin bi silogana "Li dijî reş sipî, li dijî mirinê jiyan û li dijî şer aştî" 51 roj berê çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Endamên Platforma Kedkarên Tenduristiyê ya Amedê piştî çalakiya 51 rojan a nobetê dawî li çalakiya nobetê anîn û diyar kirin ku dê çalakî û têkoşîna xwe bi şiklekê din berdewam bikin. Kedkarên tenduristiyê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da. Endamên platformê di çalakiyê de wêneyên kedkarên tenduristiyê yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin hatin rakirin. Li ser navê platformê Endamê Şaxa SES'ê ya Amedê Saadet Avcidemir, diyar kir ku di dorpêça li Kurdistanê de bi sedan welatî ji aliyên hêzên dewletê ve hatine qetilkirin. Avcidemîr, da zanîn ku mirovên birîndar jî hatine şewitandin û hatine înfazkirin.

Avcidemir, da zanîn ku wan li dijî komkujiyên dewletê çalakiya nobetê dabû destpêkirin û wiha got: "Di vê pêvajoya nobetê de em gelek caran rastî êrîşan hatin. Lê dîsa me dest ji çalakiya xwe berneda. Ji bo astengiyên li pêş tenduristî û xizmeta tenduristiyê bê rakirin em ketin reyan û me dest bi çalakiyan kir. Lê mixabin me rê li pêş mirinê negirt. Ji ber ku bi çalakiya rûniştinê me rê li pêş kuştin û komkujiyê negirt êdî em dê bi çalakiyên cuda têkoşîna xwe ya li dijî kuştinê berdewam bikin. Dem dema ji nûve avakirina aştiyê ye. Em wekî kedkarên tenduristiyê û dilxwazên aştiyê em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bo aştî ji nûve bê avakirin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê li Cizîr, Sîlopya, Nisêbîn, Kerboran û Sûrê bin. 51 rojan me çalakiya nobetê pêk anî. Lê ji niha û şûnde em dê têkoşîna xwe bi şêwazekî din berdewam bikin. Em dê di rojên pêş de konferansa navneteweyî ya "Di avakirina tenduristiyê de Kedkarên tenduristiyê" pêk bînin. Em dê ji bo aştî û jiyanê heta bigêjin armanca xwe têkoşîna xwe berdewam bikin."


Çalakî bi çepikan bi dawî bû.

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN