Kolombiya ber bi aştiyê ve Tirkiye jî ber ji şer ve diçe
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Li Tirkiyeyê Serokomar Tayyîp Erdogan bi gotina “Pirsgirêka kurd, heyet û mase jî tune ye” Tirkiyeyê ber bi şerekî navxweyî ve dibe, li Kolombiyayê jî Serokê Dewletê Juan Snntos ji DYA’ê xwest ku FARC’ê ji lîsteya rêxistina terorê derbixe û bi vê yekê ji bo aştiyê gavek din jî hat avêtin. Di rêya aştiyê ya Kolombiyayê de jî ya herî girtîng ew bû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe Komîsyona Lêkolînê pêşniyar kiribû niha li wêderê pêk tê.
Di navbera dewletên Kolombiya û Hêzên Çekdarî yên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) de 40 sal in ku şerek tê meşandin, bi rêya diyalog û muzakereyê ber bi aştiyê ve diçe. Li Tirkiyeyê jî daxwazên kurdan ji aliyê AKP’ê ve bi qetlîaman tê çewisandin. Hevdîtinên aştiyê ku li Kubayê di navbera nûnerên FARC’ê û hikûmetê de pêk tên encamên girîn tên bidestxistin. Li bendê ye ku di navbera aktoran de aştiyek mayînde bê îmzekirin. Her wiha ji bo aştiyê li Kolombiyayê bi avakirina Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetê ku ji bo pirsgirêka kurd jî çareser bibe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê pêşniyar kiribû ji bo aştiyê gavek girîng hat avêtin. Herî dawî jî Serokê Dewletê yê Kolombiyayê Jan Manuel Santos, bang li rêveberiya DYA’yê kir ku FARC’ê ji lîsteya “rêxistina terorê” derbixe.
FARC ji pêwistiya parastina cewherî ya gelê Kolombiyayê hat avakirin
Şerê Kolombiyayê ku li Amerîkaya Latîn di dîrokê de şerê herî dîrokî ye, ji ber şert û mercên şer ên salên 1948-1964’an de pêwistî bi avakirina FARC’ê hat dîtin. Di nava şerê navxweyî ya 14 salan de nêzî 200 hezarî mirov ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin. Ji van kesên ku hatin qetilkirin ji sedî 65’ên wan gundiyên ku xizan bûn. Di vê demê de alîgirên rejîmê li gelek herêmên bejayî yên gundiyan belav bûn û dest danîn ser erdên wan. Di çarçoveya parastina cewherî ya ji bo gel re çawa ku îro li Rojava li dijî çeteyan hêzên YPG/YPJ û li Bakur jî li dijî êrîşên AKP’ê YPS/YPS Jin hat avakirin, FARC jî li Kolombiyayê hat avakirin. Ji avakirina FARC’ê û hetaniha gundî ji bo mafên xwe û axa xwe biparêzin di çarçoveya parastina cewherî de têkoşîna xwe ya rêxistinbûyînê ava kirin. FARC bi saya daristanên tropîkal heta niha hêzên xwe parast. Çawa ku ji bo PKK’ê digotin “PKK bi tu awayî li çiyayên Kurdistanê bi dawî nabe” ji bo FARC’ê jî digotin “Hûn nikarin FARC’ê ji daristanên tropîkal derbixin”
Têkoşînek ku ji parastina cewherî ber bi rêveberiya cewherî ve diçe
Têkoşîna ku FARC’ê di çarçoveya parastina cewherî de da meşandin, di nezera gelê Kolombiyayê cihê xwe girt û FARC ji aliyê beşek mezin ve hat pejirandin. Di salên 1990’î de jî li cihê ku FARC lê serdest bû şert û mercên ku gel bikaribe xwe bi xwe rêve bibe hat avakirin. Piştî ku têkoşîn FARC’ê ji aliyê gel ve hat qebûlkirin, polîtîkayên dewletê yê Kolombiyayê hêdî hêdî rewaya xwe winda kir û di sala 1982’an de cara yekem bi FARC’ê re hevdîtinên aştiyê pêk hatin.
Kolombiya wekî Tirkiyeyê di şer de israr nekir
Her çiqas hikûmeta Kolombiyayê ji sala 1982’an û heta niha bi FARC’ê re diyalog pêk anîben jî ji bo çareseriyê de encam nehat bidestxistin. Lê di hevdîtinan de tişta balkêş ew bû ku dewleta Kolombiyayê wekî ya Tirkiyeyê di şer de israr nekir. Her çiqas di demên ku pevçûn zêde bûn de jî dîsa jî rêyên diyalog û muzakereyê vekirî bûye.
Di navbera herdû aliyan de hevdîtina aştiyê ya herî dawî ku pêk hat de hatin astek girîn. Tê armanckirin ku di nava 6 mehan de aştiyek mayînde pêk bê. Hevdîtina pêncemîn di 17’ê Sibata sala 2013’an de li Havanê pêk hat. Ji 50’î salan û heta niha ji bo bi dawîkirina şerê navxweyî hevdîtin di 18’ê Cotmeha sala 2012’an de li Oslo yê hatibû d estpêkirin û li ser 6 xalan muzakere berdewam kirine. Di vê pêvajoyê de Kuba û Norveç rola navbeynkarê lîstin û Venezuella û Şîlî jî di posîzyona çavderiyê de bûn.
Bi FARC’ê re bi tu awayî aştî pêk nayê!
Di salên borî de diha gotin ku “Bi FARC’ê pêkanîna aştiyê ji pêkanîna aştiyê ya bi PKK’ê re zehmetir e” û nêrtinek giştî ev yek bû. Ji ber ku FARC di hemû hevdîtinan de her tim daxwaziyên xwe di astek bilind de dihîşt û DYA jî li gel dewleta Kolombiyayê cih digirt nêrînek bi vî rengî hebû. Lê êdî ji ber ku bi mantika dewleta netew nikarin gel bi rêve bibin, dewleta Kolombiyayê wekî Erdogan di şer de na di aştiyê de israr kir.
Kolombiya: FARC rêxistinek terorê nîne
Li Kolombiyayê ku hevdîtinên aştiyê berdewam dike, herî dawî Serokê Dewletê yê Kolombiyayê Juan Manuel Santos, bang li DYA’yê kir ku FARC’ê ji “lîsteya rêxistina terorê” derbixe. Lê Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan jî bi gotina xwe ya “pirskirêka kurd, mase û heyet tune ye” şer dijwartin kir.
(aw/sy)