Komkerên kaxizan: Bi hezaran kes dê bêkar bimînin
ÎZMÎR (DÎHA) - Komkerên kaxizan li hemberî sererastkirina ku Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê rêziknameya di 2011'an de hincet nîşan da û pêk anî, bi hezaran kesên ku bi vî karî dikin bêtal dihêle nerazîbûn nîşan dan, diyar kirin ku hikûmet bi navê wan ve dilîze.
Bi sererastikirina ku Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê rêziknameya 2011'an hincet nîşan da û ji şîrketên ku lîsansên wan heye re memurên kontrolê şand û daxuyand ku dê ji şîrketên ku malzemeyên veguhestinê dikirin re dê 140 TL ceza bidin, bi vî yekê re dê bi hezaran komkerên kaxizan betal bimînin. Komkerên kaxizan li hemberî vê sererastkirina wezaretê nerazîbûn nîşan dan diyar kirin ku bi vî rengî de bi hezaran kesên ku li "arteşa betalan" zêde bibin.
'B hezaran kes dê karên xwe winda bikin'
Talat Ulu yê ku kaxizan kom dike diyar kir ku ew bacê dide, karkerên bi sîgorte dide xebitandin, fêm nakin ku di naveroka qanûnê de çi heye. Ulu anî ziman ku karkerên ku li kolanê kaxizan kom dikin tên mexdûrkirin, heke riya ku karkerên li kolanê kaxiz kom dikin bi sîgorta dane xebatê hebe divê dewlet vê pêk bîne. Ulu destnîşan kir ku ew nikarin ji komkerên kaxizan, kaxiz bikirin û ji ber vê yeKê jî xwest ku ji bo vê yekê çareserî bê dîtin, bi hezaran kes ji vê yekê nan dixwe, debara xwe dikin.
'Bi nanê me ve dilîzin'
Ulu da zanîn ku ew bi vî karê ku di kin ve ji bo civakê tiştekî sûdewar dikin, ji bo aboriya welat tiştekî sûdewar dikin. Ulu got ku bi hezaran kesên ku betal bimînin dê bên ber sînorê birçîbûnê û ev sererastkirin ji gelek pirsgirêkan re rê veke û wiha axivî: "Bi nanê me ve dilîzin, çime sererastkirinekî bi vî rengî kirin em nizanin. Lîsansa 10 hezar TL dixwazin. Hêza me ya vî bi cih bînin tuneye. Em lîsansê bigirin jî bawer nakim ku desturê bidin em bixebitin. Mirovên ku betal dimînin dema ku kar nebînin dê karên nerewa bikin. Di heman demê de me teşwîqî suc dikin."
'Çavên xwe berdane 15 TL ku rojê em qezenc dikin'
Alî Akçayê ku kaxizan kom dike jî diyar kir ku 3 zarokên wî heye ji ber mecbûr e kaxizan kom dike. Akçay destnîşan kir ku ew jî dixwaze di karekî bi sîgorte de bixebite lê nikare kar bibîne. Akçay da zanîn ku 4 demsalan jî li derve serê sibehê heta saetên dereng ên şevê di konteynirên çopan de kaxizan kom dike. Akçay anî ziman li Îzmîrê bi hezaran kes bi vî rengî nan dibin malên xwe û nirxandina "Bi rojê qezenca me 10 an jî 15 TL ye. Çavên xwe berdane wî jî. Êdî ji bo me aramî jî nemaye."
(sa)