‘Heke rêveberiya cewherî hebûya xweza nedihat talankirin'
ÎDRÎS SAYILGAN
WAN (DÎHA) - Li navçeya Bêgirê ji ber 2 HES'ên li ser çemê Bengimahîyê hatine çêkirin jiyan hat asta qedîne. Niştecihê taxa Axparanê Yilmaz Kuşçu destnîşan kir ku HES'an ne tenê aboriya wan her wiha çand, dîrok û xwezaya wan jî bi tunebûnê re rû bi rû hiştiye û wiha got: "Heke rêveberiya cewherî hebûya û gel di diyarkirina pêşeroja xwe de xwedî biryar bûya ev pêk nedihatin."
Li navçeya Bêgirê ya Wanê 2 Santralên Hîdroelektirikê yên bi destê şaredariyên AKP'ê ve di ser çemê Bendimahiyê hat çêkirin ligel aboriyê çand, dîrok, xweşikiyên xweza û dewlemendiya zindiyan jî bi xwe re ji holê rakir. Her du HES'ên hatine çêkirin bi her avayî bandora xwe li ser taxên bi navê Gumuştepe, Akrak, Axparan, Tutunok, Yenikoy, Muç, Sitigula, Gondermeyê nîşan dide. Di taxên di navbera navçeyên Bêgir û Ebexê de ji ber ku ji sedî 75'ê ava çemê ji bo HES'ê tê bikaranîn ceh û genim hema hema hat asta qedînê û ji ber kêmbûna avê ajaldarî jî ket bin bandoreke neyînî. Her wiha dewlemendiya giha û kulîlkan jî ji ber bandora HES'an qediya û hêjmara masiyên încî kefalî jî kêmtir bû.
Bi hezaran dar ji ber bêaviyê qeliya û bi hezaran dar jî ber bi tunebûnê ye. Welatiyê bi navê Yilmaz Kuşçu yê li taxa Axparanê rûdinê destnîşan kir ku bi hezaran kes bi koçberiyê re rû bi rû ne û wiha got: "Heke rêveberiya cewherî hebûya û gel di diyarkirina pêşeroja xwe de xwedî biryar bûya ev pêk nedihatin."
HES'an tenê zirar da xwezayê
Kuşçû da zanîn ku wan tu carî bi çavek erênî li HES'an nenêriye û bêyî biryara wan HES hatine înşakirin. Kuşçû diyar kir ku ji ber HES'an ajaldarî û çandinî ber bi tunebûnê diçe û bertekên xwe wiha anî ziman: "Hemû xweşikî û dewlemendiya xwezaya me tune bû. Her wiha HES tenê bi xwe re nexweşiyan tîne. Gelek zirarê me çêbûn. Xwezî ev HES tune bûna."
'Bi koçberiyê dixwazin gel bikin kole'
Kuşçû destnîşan kir ku sedema çêkirina HES'an a li ser xwezaya Kurdistanê xelaskirina aboriyê ye û wiha berdewam kir: "Dixwazin em ji vir koç bikin û li rojava wek kole me bikarbînin. Di fabrîkayên xwe de bi pereyek erzan me bidin xebitîn. Heke derfetên me hebin ma em ji bo çi bibin kole?"
Heke rêveberiya cewherî hebûya...
Kuşçû anî ziman ku hin komên biçûk ên hevkarê desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe bi hezaran kesî mexdûr dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê dewletê de dîktatorî heye. Lê belê tu kes ne koleyek kesekî din e. Heke li Bêgirê di çêkirina HES''an de gel xwedî biryar bûya zêdetir baştir dibû. Ji serî ferman tê û ev tên çêkirin. Heke me rêveberiya xwe ava bikira û biryarên xwe bigirta ev nedihat serê me."
(gka/sy)