DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Ji DMME'yê ji bo Tirkiyeyê hişyariya dawî

28 Çile
13:58 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokê DMME'yê Guîdo Raîmondî got ku ji bo der barê dorpêç û êrîşên li bajarên Kurdistanê "tedbîr lezgîn" bigire heya sibehê dem dane Tirkiyeyê.

Serokê Dadgeha Mafên Mirovan ê Ewropayê (DMME) Guîdo Raîmondî, li navenda dadgehê ya ku li bajarê Strasssbourgê ye civîna çapemeniyê lidarxist û bîlançoya salekê ya DMME'yê parve kir. Raîmondî di civînê pirsên rojnamegeran jî bersivand. Raîmondî li ser pirsa nûçegîhanê ANF'ê ya der barê dorpêç û qedexeyên li bajarên Kurdistanê, ji Tirkiyeyê daxwaza tedbîra lezgîn kir.

Raîmondî wiha axivî: "Serlêdanên der barê bûyerên ku li rojhilatê Tirkiyeyê diqewimin, hate pejirandin. Ji ber vê yekê em ji hikumeta Tirkiyeyê daxwaz dikin ku ji bo mexdûr bigihin mafên xwe em daxwaz dikin ku tedbîra lezgîn bigirin û ji bo vê jî heya sibehê dem didin."

Raîmondî di axaftina xwe de biryarên tedbîrê ku dadgehê girtine û berpirsyariya Dadgeha Makezagonê jî bibîrxist.

Raîmondî roja Sêşemê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtineke berfireh kiribû.

Di civînê de, daneyên serlêdanên sala borî jî hate parvekirin. Li gor van daneyan, Ukrayna bi 13 hezar û 850 serlêdanan di rêza yekemîn de, Rusya bi 9 hezar û 200 serlêdanan di rêza duyemîn de, Tirkiye jî bi 8 hezar û 450 serlêdanan re di rêza sêyemîn de cih girtiye.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN