Li Egeyê xwezayê talan dikin
CÎHAN BAŞAKÇIOGLU
ÎZMÎR (DÎHA) - Di demê dawî de xwezaya bakurê herêma Egeyê ji aliyê komên sermayeyê bûye cihê talanê. Niha çêkirina Santrala Termîkê a Çandarli û Fabrîkaya Çîmento a Zeytîndag di rojevê de ne. Hewl didin van projeyan ji rojeva raya giştî derxin, bidin jibîrkirin û niha li benda biryara wezaretê ne. Berdevkê Platforma Havirdorê ya Bergamayê Erol Engel da zanîn ku li dijî biryarê derketine, lê li bendê nîn in ku ji bo parastina hawirdorê hikûmet biryareke baş bigire.
Komên sermayeyê bi piştgiriya dewletê xwezaya bakurê herêma Egeyê talan dikin. Niha çêkirina Santrala Termîkê a Çandarli û Fabrîkaya Çîmento a Zeytîndag di rojevê de ne. Li taxa Zeytîndagi ya Bergamayê zeytûnên herî baş tên hiberîn û bi çêkirina Fabrîkaya Çîmento ve darên zeytunê dibirin. Her wiha dixwazin ji bo fabrîkayê 11 kanên kevir çêbikin. Di çarçoveya projeyê de dê bi hezaran darên zeytûnê bibirin. Îdia dikirin ku li vir reşberî nayê kirin, lê bi wêneyan wezaret hatibû derewandin.
Berdevkê Platforma Havirdorê ya Bergamayê Erol Engel da zanîn ku pêvajoya hiqûqî her ku diçe bêcidî dibe û wiha got: "Em li bendê ne ku di van rojan de biryarek bê girtin. Lê hêviya me tune ku biryareke baş bigirin. Hikûmetê ew der ji ber çav derxistiye."
Şîrketên nû ava dikin
Hewl didin ku li nêzî bajaroka Çandarli ya navçeya Dîkîliyê termîka santralê çêbikin. Şîrketa Ege Yildizi Dogalgaz Elektrîk Uretîm A. Ş. ji bo çêkirina santrala termîkê serî li wezaterê da, dest bi çêkirina santrala termîkê kirin, lê ji ber bertekên hawirdorparêz û welatiyan proje rawestandin. Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê nivîs şand û derket holê ku ji bo projeyê şîrketê ava dikin.
Sergoyê çêdikin
Herêma ku difikirin projeyê pêk bînin ji bo turîzma bajar cihekî girîng e. Ji bo projeyê dê salê mîlyonek û 583 hezar û 250 ton komir, gaza xwezayî û fueloîl bi kar bînin. Dê di çarçoveya projeyê de 750 metro li nêzî bendava Kestelê cihekî sergoyê çêbikin. Niha ji ber ku fîrma dereng maye 'devjê berdane' û guman heye ku di rojên pêş de projeyê bixin meriyetê.
Hewl didin Çandarliyê wêran bikin
Berdevekê Hewldana Jiyana Xwezayî û Çandî Ahmet Karaçorlu anî ziman ku li gelek deverên cîhanê ji ber ku zirarê dide xwezayê dev ji projeyên santrala termîkê berdidin, lê di demên dawî li gelek deverên Tirkiyeyê santralên termîkê tên çêkirin. Karaçorlu da zanîn ku li Çandarliyê projeyeke wiha bikeve meriyetê, ev tê wateya wêrankirina xwezayê. Karaçorlu bang li raya giştî kir ku di vê mijarê de hesas tevbigerin.
(ça)