DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji talankirina Heskîfê re qilfa qanûnî

 
21 Çile
11:57 2016

ÊLÎH (DÎHA) – Hikûmeta AKP'ê ku bi polîtîkayên xwe yên îmhayê êrîşî gelê kurd dike çand û dîrokê jî wêran dike, bi pêşnûmeya ku pêşkêşî meclîsê kiriye ve Heskîfa dîrokî ji cihê xwe veguhestine ve hewladana xwe ya beriya 3 salan dabû destpêkirin dike qanûn. Endamê Însiyatîfa Jiyandina Heskîfê Kemal Uner got ku hikûmetê beriya di esasê xwe de beriya 3 salan Heskîf veguhestiye û îro jî ev kirinên xwe dixwaze bike qanûn ji ber vê yekê bang li partiyên muxalefetê kir ku li dijî vê yekê bihistiyar bin.

Hikûmeta AKP'ê ku li Kurdistanê bi polîtîkayên qirkirinê qatlîaman pêk tîne li aliyê din jî bi pêkanînên xwe ve dîroka şaristaniyan a hezaran salan tune dike, cografyaya Kurdistanê talan dike. Bajarê dîrokî ya Heskîfa ku xwedî dîrokekî 12 hezar salan e û ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye bi "qanûna torbe" ya hikûmeta AKP'ê ve tê xwestin bi awayeke fermî jî bê windakirin, tunekirin.

" Qanûna torbe" ya hikûmeta AKP’ê pêşkeşê meclîsê kirî heke ji meclîsê derbas bibe û bibe qanûn dîroka 12 hezar salan Heskîf a ku niha ji cihê xwe tê barkirin dê bê windakirin. Endamê Înîsîyatîfa Jiyandina Heskîfê Parêzer Kemal Uner anî ziman ku ji xwe AKP'ê beriya 3 salan dest bi veguhetina Heskîfê û got ku îro jî dixwaze bi "qanûna torbe" derbasî fermiyetê bike.

'Hikumet hê jî parazname ne daye Şuraya Dewletê’

Uner da zanîn ku hikûmeta AKP’ê yekemîn civîna Lijneya Wezîran a di 2015’an de fermana veguhestina Heskîfê daye û wiha axivî: "Me ji bo betalkirina fermana Lijneya Wezîran di 26’ê Gulana 2015’an de serî li Şuraya Dewletê da. Hê jî wezaretê tekîldarî mijarê parazname nedaye Şuraya Dewletê. Ji ber vê yekê di dozê de hê jî gavek nehatiye avêtin. Hikûmet jî dizane ku ev bêhiqûqiye û ket nava hewldanên derbasî qanûnêkirinê."

'Bi buhayekî giran difiroşin gel'

Uner dest nîşan kir ku ji beriya 3 salan dest bi veguhestina Heskîfa nû hatiye kirin û gelek saziyên fermî xizmet jî dide û wiha berdewam kir: “Her tişt xilas bûye hikûmet nû dixwaze derbasî qanûnê bike. Me gelek caran anî ziman ku barkirina Heskîfê dê gel mexdûr bike. Gelek avahî bi pereyek kêm hat kirîn û avahiyên Heskîfa nû jî bi berdelek giran bûha difiroşin. Hikûmet bi gelê Hesenkeyf re bazirganiyê dike.”

Uner herî dawî diyar kir ku qanûn li dijî Qanûna Esasî ye ji bo betal kirina qanûnê bang li partiyên muxalefetê kir.

(ozp/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN