DAIŞ'ê li Deyr Ez Zorê komkujî kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Deyr Ez Zorê 300 welatiyên sivîl qetil kirine û piraniya wan sivîl 400 kes revandine.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA, ragihand ku çteyên DAIŞ'ê li rojavayê bajarê Deyr Ez Zorê êrîşî bajaroka El Baghaliyeh kiriye û di nav de jin, zarok û îxtiyar 300 sivîl qetil kirine. Hate zanîn ku di komkujiyê de her wiha piraniya wan sivîl 400 kes jî ji aliyê çeteyan ve hatine revandin.
(sy)