DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Divê mirov karibe êşên xwe bihûne'

 
14 Çile
09:10 2016

DÎLOK (DÎHA) - Dilbaz Barazî wênesazek ji Serêkaniyê ye ku niha li Dîlokê hunera xwe berdewam dike. Barazî nêrîna xwe ya hunerê bi gotina "Beriya her tiştî divê mirov êşên xwe bihûne" anî ziman û got "Divê mirov ji bo xwe dikaribe tiştek bêje."

Wênesaz Dilbaz Barazî yê ku ji bajarê Serêkaniyê ya Rojava neçar ma û koçî Dîlokê kir, li vir jî karên hunerî berdewam dike. Di wêneyên Barazî de her çiqas çîrokên xembar ên hemû gelan xuya bike jî bi taybet êşên ku gelê Kurd kişandiye di hemû berhemên wî de li pêş e. Welatiyên ku ji Rojava û Şengalê hatine koçberkirin, gelê Bakur ê ku bi Kobanê re bû yek, Alan Kurdî yê ku di deryaya mirinê de bi laşê bêrih li peravê da, hemû bi rengên cûda cûda hatine xêzkirin.

'Hunermend divê destpêkê êşên xwe neqş bike'

Bavê du zarokan Barazî, li Dîlokê ji bo debara xwe bike di heman demê de li înşaatan karê boyaxê jî dike. Barazî ku behsa çîroka wênesaziya xwe kir, da zanîn ku ji ber bêderfetiyê neçar maye ku dest ji xwendinê berde û bi xwendina pirtûkên wêneyan xwe pêş xistiye. Barazî hêma û mijarên wêneyên xwe jî wiha rave kir: "Di hemû wêneyên min de êşên gelan heye. Beriya her tiştî divê mirov bikaribe êşên xwe bihûne. Ji ber vê yekê ez jî êşên gelê xwe xêz dikim. Divê mirov ji bo xwe dikaribe tiştek bêje."

'Gotinê herî xweş a dijmin jî xwîn e'

Barazî bi gotina "Zimanê êşê li her derê heman e" nêrîna xwe ya jiyanê anî ziman û çîroka wêneyekê ku leşkerek bûye mijar bi çend gotinan şîrove kir: "Di vê wêneyê de ji devê leşker xwîn davêje. Gotinê herî xweş a dijmin jî xwîn davêje. Mirin heye lê li hemberî hemû zilman dilopên ku hêviyê tîne ziman jî hene."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN