DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Çanda kurdî bi xwerêveberiyan ve digihîje cewherê xwe

8 Çile
09:19 2016

ŞIRNEX (DÎHA) – Navenda Çandê ya Hezexê ligel ku ev demeke kurt e dest bi xebatan kiriye jî heta niha ji beşên cuda 500 xwendekar perwerde kiriye. Rêveberê navendê Agît Mutlu diyar kir ku bi xwerêveberiyan ve ji hundirê 4 diwaran derketine û li taxan dest bi avakirina komunan kirine û nirxandina "Berê li bernameyên li navenda çandê me xwe digihand kêm kesan. Bi xwerêveberiyanv e em xwe digihînin gelek kesan û bi gel re xebatê dimeşînin" kir.

Navenda Çand û Hunerê ya Hezexê ku beriya 2 salan di bin navê Şaredariya Hezexê de hate avakirin li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ya li hemberî çanda kurdî xebatên xwe dimeşîne. Li navendê kursên erbane, koroya zarokan, folklor, gîtar, keman, wêne, tembûr û beşên cuda yên daxwaz hebin perwerde tê dayîn. Di nava 2 salan de li navendê 500 xwendekar hatin perwerdekirin û niha 200 xwendekar jî li beşên cuda perwerde dibin.

'Hişmendiya mirovan pêş dikeve'

Mamosteyê şanoyê Agît Mutlu yê ku di deman demê de rêveberê navendê ye jî der barê xebatên xwe de agahî da û diyar kir ku heta niha gelek xebatên girînk kirine. Mutlu diyar kir ku bi xebatên li navendê didin ve dixwazin çanda kurdî pêş bixin û bi taybetî jî zarok hînî çanda xwe bibin hewl didin.

'Xwerêveberî fersendek e'

Mutlu anî ziman ku bi sedan salan e çand û zimanê gelê kurd ji aliyê dewleta dagirker ve tê asîmîlekirin û wiha berdewam kir: "Bi saya xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin îlankirin em ê ziman û çanda kurdî veguherinîn cewherê xwe. Xwerêveberî ji bo ku çand û zimanê kurdî veguhere cewherê xwe fersendek e û em ê vî fersendê bi awayeke herî baş bi kar bînin. Çanda me dê bi saya xwerêveberiyan veguhere cewherê xwe."

'Li taxan em xebat didin meşandin'

Mutlu destnîşan kir ku yekj i aliyeke herî girîng a xwerêveberiyan çand û huner e û wiha axivî: "Li Hezexê taxên ku xwerêveberî hatiye îlankirin rastî êrîşa dewletê tên. Li van taxan hin xebatên me hene. Xebatên şano û muzîkê ye. Ji bo zarokan jî xebatên me dibe."

'Em bi xwe rêveberiyan ve ji nava çar diwaran derketin'

Mutlu got ku bi xwerêveberiyan ve ji hundirê 4 diwaran derketine û bi gel re li taxan xebatê dimeşînin. Mutlu wiha pêde çû: "Berê em li navenda çandê li salonê bi gelek kêm kesan ve xebat dimeşand, em digihîştin kêm kesan. Lê bi îlankirina xwerêveberiyê ve me xebatên xwe bir nava gel û li nava gel xebat didin meşandin."

'Me komunên çand û hunerê ava kir'

Mutlu bilêv kir ku ewil ji bo moral bidin gel çûne taxan lê niha jî komunên çand û hunerê înşa dikin û wiha pêde çû: "Li taxên ku komun hatin avakirin ji hefteya bêyî pê de em ê xebatên şano, folklor û muzîkê bidin destpêkirin. Bi van komunan ve em ê çand û hunera kurdî bi gelê xwe re pêş bixin."

'Em ê bi komunan ve bi gel re mil bi mil bin'

Mutlu anî ziman ku avahiyên mezin ji bo wan ne girîng e û nirxandina "Li baxçeyeke vala an jî qadek ji bo xebatên me yê perwerdehiyê bes e. Em ê bi saya komunên xwe ve bi gelê xwe re mil bi mil xebatê bidin meşandin" kir. Mutlu herî dawî got ku divê hemû kes li dora komunên çandê yên li taxan hatine avakirin kom bibin û xwedî li çand û hunera xwe derkevin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN