DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Jinên ciwan ên Mêrdînê meclîsa xwe ava kirin

 
6 Çile
14:51 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Jinên ciwan ên Mêrdînê avabûna Meclîsa Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) ragihand û bang li jinên Tirk, Kurd, Suryanî û Ereb kir ku di bin banê meclîsê de bibin yek.

Jinên Ciwan ên Demokrat û Azad (ODGK) Meclîsa Mêrdînê, li avahiya navçeya navendî ya Artûklûyê bi civîneke çapemeniyê avabûna xwe ragihand. Di civîna ku gelek jinên ciwan lê amade bûn de, Berdevka Meclîsa ODGK'a Mêrdînê Gûrbet Akin daxuyanî da. Akin diyar kir ku li erdnîgariya ew lê dijîn her roj, her kêlî jinên ciwan tên qetilkirin û destnîşan kir ku bi avakirina jiyana xweser a demokratîk re ew êdî dixwazin bi awayekî azad bijîn.

'Em dixwazin di nav civakê de aktîftir bibin'

Akin da xuyakirin ku ew dixwazin di nava jiyana azad û demokratîk de cih bigirin û wiha axivî: "Em dixwazin bi xwedîderketina li xwerêveberiyên demokratîk re rêxistinbûyîna jinên ciwan mezin bikin, jinên ciwan zane bikin, di nava civakê de aktîftir bikin, li ser hişmendiya zayendî jinên ciwan perwerde bikin, bi awayekî çalak tevlî xebatên xweparastin, aborî, ekolojîk, civakî û siyasî bikin."

Akin bang li jinên Tirk, Kurd, Suryanî û Ereb kir ku di bin banê meclîsê de bibin yek û destnîşan kir ku ew ê li hemberî her şêwe êrîşên li hemberî têkoşîna azadiyê ya jinê tên kirin, rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û bi biryardarî têbikoşin.

(sy)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN